Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû 2023-06-26 11:33:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de bi pileya 4.7 edhej çêbû. Erdhej, li Colemêrgê jî hate hîskirin.     Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi pileya 4.7 erdhejek çêbû. Hat zanîn ku ji ber erdhejê gelek welatî ji malên xwe derketine û têkildarî ziyanên madî û canî tu agahî nehatin bidestxistin.   Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) jî têkildarî erdhejê daxuyanî da û got ku erdhej li ser sînorê di navbera başûr û bakurê Kurdistanê bi pileya 4.7'ê çêbûye. Li gorî daxuyaniyê, erdhej 12.12 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku 14 kîlometreyan dûrî cihê erdhejê bû jî hatiye hîskirin.