Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin 2023-06-26 13:56:32 SILÊMANIYE - Endama Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê Smmarfeld diyar kir ku ew bi hêza ji têkoşîna jinên kurd digire tev li têkoşînê bûye û wiha got: “Jineolojî, dike ku em li ser sedemên pirsgirêkan bi hûr û kûr bifikirin û çareseriyên baştir bibînin.”    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmeha sala 2022’yan de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Akarsel, xebatên vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd dikir û di çarçoveya xebatên wê de, li Silêmaniyeyê Navenda Arşîv, Lêkolîn, Bîr û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hate vekirin. Bernameya vekirina navendê du rojan berdewam kir. Jinên ji gelek welatên cuda tev li vekirina navendê bûn.    Jinên tev li vekirina navend bûn, hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.    ‘JINÊN KURD BÛN ÇAVKANIYÊ HÊVÎ DAN’    Kira Sammerfeld ku li Almanyayê jinên kurd nas kir û piştre jî tev li xebatên Jineolojiyê bû, xebatên xwe yên têkildarî dîroka jinan zêdetir kir. Sammerfeld piştre jî di Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê de cih girt û dibêje ku li gel jinên din ên di komîteyê de cih digirin, di qada jineolojiyê de bi dilxwazî perwerde daye hemû jinan. Sammerfeld, da zanîn ku ji têkoşîna jinên kurd hêz girtiye û tev li têkoşîna jinên cîhanê bûye.      BANDORÊN JINEOLOJIYÊ   Sammerfeld, armanca xwe ya ji hatine Silêmaniyeyê wiha vedibêje: “Bi hêza min ji jinên kurd û Jineolojiyê girtî hatim vê derê. Bi hatina vê derê re min xwest bibim şahid û şirîkê êşên gelê kurd û tiştên dijîn. Bi taybet jî min xwest dîroka jinên kurd ji nêz ve nas bikim. Em ê van xebatên wan ên ji bo dîroka xwe dane destpêkirin bişopînin, bibin şahid û dixwazim van bi her kesî re parve bikim.”    Bi domdarî Sammerfeld got ku pirsgirêka bingehîn a hemû jinên cîhanê zîhniyeta baviksalar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke jinên li Almanyayê em jî heman pirsgirêkan dijîn. Lewma em jinên li her devera cîhanê bi awayekî girêdayî hev in û ji hev berpirsyar in. Jinenolojî, dike ku em bingeha sedemên pirsgirêkan vekolin. Piştî ku me pirsgirêkên bingehîn dîtin, îcar em çareseriyên rasttir peyda dikin. Têkoşîna jinên kurd li Almanyayê ji nêz ve tê şopandin. Têkoşîna jinên kurd hêza berxwedanê dide min. Hêz û hewldana xwebûnê ya jinan hêzê dide min. Ji bo berxwedana li dijî avadaniya nêrza hêzê dide min. Ev hêz dike ku em bi awayekî cuda li jiyan, xweza û hunerê binêrin.”    Sammerfeld, diyar kir ku dê hem ji bo Jineolojiyê û hem jî ji bo pirtûkxaneyê bixebitin û dê ji dîroka jinên kurd ber bi dîroka jinên cîhanê ve biçin.    LI PEY ŞOPA DÎROKEKE WINDA   Hiqûqnasa Helebçeyî Surîş Helebçeyî jî di heman demê de jineke bi nasnameya xwe ya nivîskarî û rojnamegeriyê tê naskirin. Helebçeyî destnîşan kir ku têkoşîneke mezin a jinên kurd heye û wiha got: “Armanca min ew e ku bêhtir bala xwe bidim ser dîroka winda ya jinan. Ev navend dê vê derfetê bide jinan. Pir keyfxweş im, îro rojeke dîrokî ye ji bo hemû jinên kurd ên li hemû parçeyan. Lê ji wê zêdetir tiştekê bibêjim; bejna xwe li ber hemû jinên şehîd ên tevahî parçeyên Kurdistanê ditewînim ku di dîrokî de yan jî di roja me de xebat kirine. Ev roje berhema xwîna wan e.”   Bi domdarî Helebçeyî daxuyand ku vê rojê girîngiyeje xwe heye; jinên her çar parçeyan tîne cem hev û her jineke azadîxwaz dikare li vir rastî û çanda xwe nas bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pirtûkxane dê ji bo dîroka jinan bibe ronahiyek. Weke jinên kurdistanî, em ê di pêvajoya pêş de hemû xebat û lêkolînên xwe li vê navendê bikin. dê jin, dîroka xwe ya rasteqîn li vir hîn bibin. Çawa ku jinên cîhanê bi dîrokê xwe serbilind in, divê em jî ew dîroka xwe ya winda, çi ya dûr çi jî ya nêzîk, divê em vejînin û zagonên nû diyar bikin û li gorî wan bi rê ve biçin da ku em jî wekî hemû jinên cîhanê serbilind bin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel