‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’ 2023-06-26 14:59:25 STENBOL - Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike û ev tişt anî ziman: “Divê hemû raporên CPT’yê bên eşkerekirin û li hemû şîretan were guhdarîkirin.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê, bi boneya 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya bi Kesên Rastî Îşkenceyê Hatin de li pêşiya avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “26’ê hezîranê roja têkoşîna li dijî îşkenceyê û û piştevaniya kesên rastî îşkenceyê hatine, dinyayeke bêîşkence pêkan e” hatibû vekirin. Her wiha beşdaran dovîzên “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatibûn vekirin.    Li gel parastvanên mafan, her wiha Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça Cupolo jî tev li daxuyaniyê bû.    POLÎTÎKAYA CEZAKIRIN Û TEPISANDINÊ    Daxuyanî, ji hêla Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe ve hate xwendin. Efe, da zanîn ku ev roj ji bo parastvanên mafên mirovan rojeke girîng e û wiha pê de çû: “Di peymanan de îşkence bi awayekî vekirî hatiye destnîşankirin. Tevî vê yekê jî li gelek welatan li dijî civakan polîtîkayên cezakirinê û tepisandinê yên dermirovî tên meşandin. Tirkiyeyê jî peyman di sala 1988’an de mohr kir. Tevî vê yekê jî îşkence hêj didome. Polîs, di çalakiyên aştiyane de êrişî welatiyan dike, îşkence dikin û miameleyeke xerab lê dikin. Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê, jin û hwd. çendek mînakên vê ne.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Bi domdarî Efe destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku di raporên CPT’yê de jî hatiye destnîşankirin, îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vedike.”   Efe, got ku muxatabê ewil ê îşkenceyê dewlet e û daxwazên parastvanên mafên mirovan wiha rêz kir:    “ * Yek ji sedemên bingehîn a îşkenceya li welatê me, çanda necezakirinê ye. Divê beriya her tiştî ev polîtîkaya necezakirinê were bidawîkirin.     * Hemû rayedar pesnê îşkence û îşkencekaran didin, divê dev ji van gotinan berdin û di çarçoveya şîretên mekanîzmayên navneteweyî de bi awayekî eşkere sepanên îşkenceyê şermezar bikin.     * Divê di mercên binçavkirinê de temînatên usûlê birêkûpêk di meriyetê de bin.    * Divê dema binçavkirinan bê kurtkirin.    * Hewceye Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) were rakirin û mekanîzmayeke pêşîlêgirtinê ya neteweyî ku li gorî standartên Protokola Pêvek a Peymana li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê (OPCAT) û Prensîbên Parîsê ya NY’ê were avakirin.    * Divê Komîsyona Çavdêriyê ya Hêzên Ewlekariyê bêalî û serbixwe be.     * Hewceya belgekirin û raporkirina îşkenceyê li gorî rêgezên Protokola Stenbolê were kirin.    * Hewceya lêpirsnên têkildarî îdiayên îşkenceyê bilez, bibandor û bêalî werin kirin û di dema pêvajoya darizandinaê de jî li gorî pîvanên etîk û hiqûqa navneteweyî were tevgerîn.    * Divê destûr were dayîn ku rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bi rehetî biçin girtîgehan.    * Hewceya hemû raporên CPT’yê bên eşkerekirin û li şîretên wê were guhdarîkirin.”