Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin 2023-06-26 16:04:51   RIHA - Kesê bi navê Huseyîn Çîçek ê 75 salî, li Sêweregê zarokeke 2 salî tacîz kiribû. Tacîzkar Çîçek hate girtin.    Zilamê 75 salî yê bi navê Huseyîn Çîçek ku li Taxa Camîkebîr a navçeya Sêwereg a Rihayê zarokeke 2 salî tacîz kiribû, hate girtin. Tacîzkarê behsê xeberê li pêşiya kiraatxaneya xwe ya bi navê Çîçek Kiraatxaneyê zaroka 2 salî tacîz kiribû û kêliyên tacîzê ji hêla welatiyekî ve hatibûn kişandin. Piştî ku dîmen li ser medyaya dijîtal hat belavkirin, malbata zarokê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê da. Bi serlêdana malbatê re derheqê Çîçek de lêpirsîn hate destpêkirin û hat binçavkirin. Çîçek, bi sedema "îstîsmarkirina zarokan" hate girtin û şandin girtîgehê.     Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê da.