Li Efrînê 4 kes hatin revandin 2023-06-26 16:47:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ku bi kirariyên xwe yên dermirovî her tim di rojevê de ne, li Efrînê 4 welatiyên din jî revandin.    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ku bi kiryarên xwe yên dermirovî ve her tim di rojevê de ne, li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 4 welatî revandin. Li gorî nûçeya ANHA’yê navên kesên hatine revandin wiha ne: “Ferhad Ehmed Wehîd, Mihemed Ehmed Wehîd, Aldar Ehmed Ebdo û Rêzan Hisên Osman.”   Nehat zanîn bê ka komên paramîlîter welatî bi ku de birine.