ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-27 09:00:03       * Parêzera Jîndar Ûçar diyar kir ku di bûyera keştiyê ya li Wanê de lêpirsîneke baş nehatiye kirin û got ku ji ber ku cezayên pêximker nayên dayîn, Wan veguheriye goristana penaberan.    * Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk ku 31 sal û 4 meh in girtiye, berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta tevlî aktîvîteya ku di dema pandemiyê de nehatiye kirin nebûye, 3 mehan hat taloqkirin.   * Aborîzan Mûstafa Altintaş destnîşan kir ku ji bo ku aboriya Tirkiyeyê baş bibe, ji dêvla polîtîkayên rojane, divê rêveberiyeke li ser esasên planan hebe û got: "Nas a Erdogan li zinêr ketiye."    * Waniyan bilêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin û bal kişandin ser fiyetê şekir ku kîloya wan bûye 200 lîre.    * Gundên kurdên elewî yên li navçeya Çirmikê bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin. Xelkê gundan ku bi çandiniyê debara xwe dikin diyar kirin ku şîrketên kana keviran bandorê li ser çandiniya wan dike û ji ber gundên kurdên elewî ye destûra şîrketa kana keviran hatiye dayîn.   * Gelê Amedê bertek nîşanî zema dê li veguhestinê bê kirin da û destnîşan kirin ku heta desthilat negûhere ev rewşa heyî jî, ji holê narabe.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 827'an de berdewam bike.    * Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi boneya salvegera 30'emîn a Komkujiya Madimakê li Şîrînevlerê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.30)