Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin 2023-06-27 09:03:22 STENBOL - Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk 31 sal û 4 meh in girtî ye. Lijneya Îdare û Çavdêriyê Ozturk bi tevlênebûna aktîvîteyeke ku di dema pandemiyê de nehatiye kirin nebûye, cezayê Ozturk ji bo 3 mehan taloq kir.    Nevzat Ozturk, di sala 1992'yan de li Stenbolê hatiye binçavkirin û piştî 14 rojên di binçavan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DMG) ve bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekpareriya dewletê" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Ozturk ku piştî tê girtin û wî dixin Girtîgeha Bayrampaşayê, heya niha sewqî 5 girtîgehan hatiye kirin. Ozturk ku nexweş e, di 23'yê hezîranê de înfaza xwe temam kiriye lê ji ber rapora Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê nayê berdan.    Berdana Ozturk bi hinceta ku "zêde ceryan xerc kiriye" û "pirtûkên pirtûkxaneya girtîgehê baş nexwendiye" 3 mehên din jî hat taloqkirin.   Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bariş Marhan, biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û binpêkirina mafên girtiyan de axivî.    Marhan da zanîn ku li Girtîgeha Bolûyê 15 girtiyên divê bên berdan hene û got ku gelek ji wan nexweş in, lê ji ber biryarên "kêfî" yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayên berdan. Marhan diyar kir ku li girtîgehê krîzê li dilê Ozturk xistiye û ji xeynî vê gelek nexweşînên kronîk pê re hene.    MUAYENEKIRINA BI KELEMÇE   Mayhan bilêv kir ku der barê jiyana Ozturk de fikarên wan hene û ev tişt gotin: "Du meh berê gava krîzê li dilê muwekîlê min xist, li nexweşxane muayeneya kelemçekirî lê ferz kirin. Muwekîlê min qebûl nekir. Cendirmeyê li wir ji bijîşk re got, 'Hûn dikarin bi vî awayî tedawî bikin?' Bijîşk jî got, 'Ji bo min xem nake, ez dikarim.' Lê muwekîlê min qebûl nake. Paşê cendirme ji muwekîlê min re dibêje, 'Ez dikarim girtekê çêbikim, lê tu nehêjayî kaxezeke dewletê yî jî.' Kesekê ku krîzê li dil xistibe divê ji stresê dûr be, lê di dema tedawiyê de rastî muameleyeke wiha derî mirovhaiyê tê."    Marhan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên berdan û got ku îşkence û muameleyên xirab bi awayekî sîstematîk tên kirin. Marhan da zanîn ku sedemeke neberdana Ozturk jî ew e ku ji ber ku tev li aktîvîteyeke di dema pandemiyêd e nebûye. Marhan bibîr xist ku di dema pandmeiyê de aktîvîteyên sosyal jixwe hatibûnq edexekirin û got ku ji ber ku tev li aktîvîteyeke nehatiye kirin nebûye 23,75 pûan dane wî. Marhan wiha domand: "Me îtiraz kir. Dadgeriyê jî ev biryar xera kir. Dadgeha Cezayê Giran jî ev biryar xera kir. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryareke berevajî vê digire. Xwe di ser dadgehê re dibîne û biryara dadgehê pêk neanîn. Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 15'ê hezîranê de car din kom bû, lê vê biryarê betal nekir. Bi vî awayî berdana mekîlê me hat taloqkirin."    Marhan destnîşan kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê veguheriye dadgehekê û got ku ew vê wekî rengvedana statuya dîlgirtiyên şer dinirxînin.