Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin 2023-06-27 10:08:06   AMED - Gelê Amedê bertek nîşanî zema dê li veguhestinê bê kirin da û destnîşan kirin ku heta desthilat negûhere ev rewşa heyî jî, ji holê narabe.    Desthilata ku ev 21 sal in welat bi rê ve dibe, piştî hilbijartinê kabîneyeke nû ava kir û xwest pêşî li ber rewşa aborî ya her ku diçe xerabtir dibe, bigire. Lê ji ber polîtîkayên desthilatê, aboriya welatiyan roj bi roj xerabtir dibe. Di navbera 5 salên dawî de enfolasyon ji sedî 200’an zêdetir bû û hema bêje zam hat li ser hemû tiştan. Dolmîş û otobusên di nava bajaran de ku ji bo hatin û çûyîna welatiyan cihekî girîng digirin jî, ji zeman bandor bûn û heqê dolmîşên Amedê ku ji bo sivîlan 6 lîre û nîv, ji bo şagirtan jî 3 lîre û nîv bû, dê ji 3’yê tîrmehê ve ji bo sivîlan bibe 10 û ji bo şagirtan jî bibe 6 lîre. Otobusên şaredariyê jî ji 5 lîreyan derket 8 lîreyan. Welatiyên Amedê ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, nerazîbûna xwe anîn ziman û bertek nîşanê biryara zemê dan.   ‘MILET NIKARE ZIKÊ XWE TÊR BIKE’   Welatiyê bi navê Mehmet Dogan destnîşan kir ku rewşa wan ji aliyê aborî ve nebaş e û her roj jî ber bi xerabiyê ve diçe. Dogan, anî ziman ku partiyên siyasî jî, li dijî vê yekê sekinîne û tenê partiyên kurdan muxalefetê dikin û wiha got: “Zeman ji bo hevkarên xwe dikin. Malbatên weke me ku em 7 hezar û nîv lîre mûçe digirin dê çawa kirêya xwe bidin? Ez teqawîd bûme û nexweş im. Jiyana me tim xerabe, feqîrî û xîzanî ye. Dîsa kêm be jî mûçeyeke me heye, gelek kesên ji me xerabtir jî hene. Mirov dikarin ne bi otobusan, peyatî jî her in lê mirov nikare zikê xwe têr bikin. Dev ji dolmîşan berdin. Milet feqîr e, nikare nan bixwin.”   Welatî Sedat Aslan destnîşan kir ku rewşa aborî li holê ye û ji ber ku pere di berîka wan de nîne ew hemû cihan bi meşê diçin. Aslan, diyar kir ku kar tune ye, lewma pereyê wî jî nînin û dimeşe.    ‘ZEM HATIYE LI SER HEMÛ TIŞTAN’   Welatiyê bi navê Yûnûs Ay destnîşan kir ku bi mûçeya asgarî dixebite û malbata wî ji 5 kesan pêk tê. Ay da zanîn ku ji mûçeya wî û mûçeyeke teqawîdbûnê zêdetir tu dahatiya wan nîne û wiha axivî: “Ji xwe em li benda zemekê bûn. Ne tenê ji bo dolmîşan, ji bo her tişî zem hatiye. Kûra dowîzê li cihê xwe nasekine. Di van rojên çûyîn de mûçeya asgarî zem kirin lê ji niha ve heliya û ji 483 dolaran ket 413 dolaran. Sedema vê yekê ya sereke jî siyaset e. Li vî welatî hemû tişt girêdayî siyasetê û polîtîkayên ji der ve ye. Ji xwe di demeke nêz de me pêvajoyek hilbijartinê derbas kir û ji bo ku di hilbijartinê de dolarê bidin sekinandin gelek rezerv bi kar anîn. Niha jî em encama wê dikişînin.”   ‘DÊ ROJÊ 40 LÎRE TENÊ JI BO DOLMÎŞAN BIÇE’   Ay, bi lêv kir ku rojê 4 caran dolmîşê li dolmîşê siwar dibe û wiha lê zêde kir: “Ez serê sibê diçim kar, danê nîvro têm malê, piştî nîvro dîsa diçim kar û şev dîsa têm malê. Yanî ez mecbûr im ku rojê 4 caran li dolmîşê siwar bim û ev jî di rojê de dike 40 lîre. Tabî heke karekî min yê cuda yan jî yê taybet dernekeve. Nan nexwim, çay nevexwim, tiştekî nedim destê zarokan, pariyek nan nebim malê di mehê de tenê hezar û 600-700 lîre ji bo heqê dolmîşê diçe. Pêwîste bi lez çareseriyekê ji bo vê rewşê bibînin. Çareserî jî çûyîna vê desthilatê ye. Ji ber ku sedem ew in. Pergala seroktiyê anîn, gotin ‘Wê hemû tişt baş be’ lê her tişt xerabtir bû. Aborî kete rewşek gelekî xerab. Her wiha pêşiya hilbijartinê gotin ‘Wê Tirkiye sedsala xwe ya nû bijî, em ê bifirin.’ Lê tiştê firiya tenê bû kûra dowîzê, zêr, fiyatên tiştan û danûstandinê. Tiştê firiya pereyê berîka me de bû, xwarina di mala me de bû.”   Welatiyê bi navê Mûhammed Dundar ku 18 salî ye, da zanîn ku ew hem dixwîne û hem jî dixebite û mûçeyeke kêm digire. Dundar, diyar kir ku nizane wê bi vê mûçeyê heqê dolmîşê bide, yan dê bide dersxaneyê û yan jî alîkariya malbatê bike.    ‘ÇARESERÎ TUNE YE’   Welatiyê bi navê Mûhammed Çakir jî diyar kir ku di malbata ji 7 kesan pêk tê de tenê ew dixebite û bavê wî jî mûçeya teqawîdbûnê digire. Çakir, bi lêv kir ku karê înşaatê dikin û rojane dixebitin. Çakir bi domdarî wiha got: “Rojê 4 caran li dolmîşê siwar dibim û heke heqê dolmîşan bibe 10 lîre wê rojane 40 lîre biçe ji bo dolmîşan. Mehê jî dike hezar 200 lîre û tu nikarî pere kom bikî. Çareserî tune ye, kesek nemaye ku çareser bike. Mehmet Şîmşek hat û ew jî, ji gel re dibêje kemerê bişidînin.”   ‘ZEM NEHEQÎ NE’   Welatiyê bi navê Îbrahîm Karakaş bertek nîşanî zeman da û da zanîn ku ew teqawîd bûye û mûçeya wî jî 7 hezar 500 lîre ye. Karakaş da zanîn ku ew nikarin bi vê mûçeyê debara xwe bikin û zemên tên kirin jî neheqî ne. Karakaş bi lêv kir ku şagirt û sivîl nikarin li dolmîşan siwar bibin û ew mecbûr in ku li dolmîşan siwar bibin.    ‘HEWCEYE MIROV EMPATÎ BIKE’   Welatiya bi navê Evîndar Bey jî bertek nîşanî zeman da û da zanîn ku rewşa wê ya aborî nebaş e û lewma li dolmîşan siwar nabe. Bey, diyar kir ku ew welatiyên rewşa wan nebaş difikire û got ku niha tu qîmeta 10 lîreyan nemaye. Bey, bi bîr xist ku hewceye mirov empatî bike û kesên li hemberê xwe jî bifikire.    ‘MESELE PERGAL E’   Welatiyê ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku pergaleke baş tune ye lewma her tim zem tên kirin û wiha got: “Heke benzîn an jî tiştên din zem nebe dolmîş jî zem nabin. Mesele ne meseleya dolmîşê ye, mesele pergal bi xwe ye. Heta desthilat neyê guhertin ev rewş ji holê narabe. Divê pergal jî bê guhertin.”