Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e 2023-06-27 10:43:09   STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e û wiha got: “Heta ku tectîd bidome dê şensê pêşketina derfetên aştiyê çênebin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 27 meh in tu agahî jê nayên girtin. Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê didome û kesên bertekê nîşan didin jî hedef tên girtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê TELE1’ê Merdan Yanardag têkildarî tecrîdê gotibû; “Heke qanûnên înfazê derbasdar bin, divê Abdullah Ocalan were berdan. Ocalan, gelek pirtûkan dixwîne, ji siyasetê baş fêm dike, nirxandinên rast dike û mirovekî pir biaqil e.” Piştî van gotinan, Yanardag hatibû binçavkirin.    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz têkildarî mijarê axivî û got ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye û binçavkirina Yanardag jî weke “operasyona çavtirsandinê muxalîfan” nirxand.    ‘POLÎTÎKAYA ÎŞKENCEYÊ’    Tahmaz, anî ziman ku bi îktîdara AKP’ê re êdî bi qanûnan nayê kirin û wiha got: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan û hevdîtina bi malbat û parêzeran re bang kiribû. Lê guh nedan van bangan. Tecrîda bi sala ye didome, îşkence ye. Tecrîd, berdewamiya polîtîkaya li dijî kurdan e. Ev polîtîkaye dikin ku pirsgirêka kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nebe, mafên kurdan neyên dayîn û mafên demokratîk pêş nekevin. Ev yek jî girêdayî polîtîkayên ewlekarî, zextker, tundî û îşkenceyê ne.”    BINÇAVKIRINA YANARDAG    Bi domdarî Tahmaz binçavkirina Yanardag weke “operasyona çavtirsandina muxalîfan” nirxand û wiha pê de çû: “Binçavkirina gerînendeyeke giştî yê weşanê tê wateya bi awayekî fermî binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê. Sedemekê vê ya din tune ye.”    ‘DIVÊ LÊPIRSÎNA TÊKILDARÎ TECRÎDÊ HÊZÊN DERVEYÎ HIKÛMETÊ BIKIN’    Di berdewamê de Tahmaz got ku bêhiqûqtiya li Îmraliyê raste rast bi destê hikûmetê tê kirin û wiha axivî: “Divê lêpirsîn û lêkolîna têkildarî tecrîdê ji hêla hêzên derveyî hikûmetê ve were kirin. Li gorî min ew jî girêdayî guherîna îktîdara siyasî ye. Nayê qebûlkirin ku ji ber van gotinan derheqê gerînendeyekî giştî yê weşanê de lêpirsîn were destpêkirin. Poîtîkayeke tecrîdê heye ku ji sala 1999’an ve didome. Derhiqûqtî ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo ev pêvajo bi dawî bibe û ronî bibe, divê li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dest pê bike. Ev yek jî bi vê îktîdarê mimkin nîne.”    ‘ABDULLAH OCALAN AKTOREKÎ BIBANDOR E’   Tahmaz, tecrîd weke prangayeke bi lingê Tirkiyeyê ve nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê û demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e. Me dît ku di pêvajoyên çareseriyê de Ocalan bi peywirekî girîng rabû. Aktorekî bibandor e. Dema we tecrîd giran kir, ev tê wê wateyê ku hûn nakevin rêya aştiyê û di polîtîkayên tundî, pevçûn û ewlekariyê de israr dikin. Heta ku tecrîd bidome dê şensê pêşketina derfetên aştiyê tune bin.”