Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin 2023-06-27 10:43:36 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE 1'ê Merdan Yanardag ê ji ber tecrîda li Îmraliyê rexne kir hate binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.    Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag di bernamayeke televîzyonê ya tevlibûyî de têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîbû. Yanardag ê hedef hate nîşandan duh hatibû binçavkirin. Yanardag, ji bo kirariyên îfadeyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Hate zanîn ku dozgerî wê piştî nîvro îfadeya Yanardag bigire.