Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin 2023-06-27 10:53:06   AMED - Malbata Veysî Aktaş ê ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, xwest tecrîd bi dawî bibe û got: "Em rewşa tenduristiya wî meraq dikin."   Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F tên girtin, tu agahî nehat girtin. Serlêdana hevdîtinê ya malbat û parêzeran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve bi hinceta "qedexeya hevdîtinê" hat astengkirin, serlêdana ji bo Cejna Qurbanê nehat bersivandin. Malbata Veysî Aktaş ê ji sala 2015'an û vir ve li Îmraliyê tê girtin, banga rakirina tecrîdê kir.   'EZ DIXWAZIM LAWÊ XWE BIBÎNIM’    Dayika Veysî Aktaş, Faîka Aktaş anî ziman ku herî dawî kurê xwe di sala 2015'an de dema li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî bûye dîtiye û wiha got: "Ji dema çûye Îmraliyê ve min kurê xwe nedîtiye. Tu xebera wî ji min re nayê, ne telefon û ne jî nameyên wî nayên. Ez dixwazim vê cejnê kurê xwe bibînim. Ez bang li Wezareta Dadê dikim, bila destûr bidin ez kurê xwe bibînin û em cejnek xweş derbas bikin."   SERDANA ÎMRALIYÊ    Xwişka Aslan, Sabîha Aslan jî anî ziman ku herî dawî di sala 2019'an de li Îmraliyê birayê xwe Veysî Aktaş ziyaret kiriye û behsa roja hevdîtinê kir. Aslan anî ziman ku ew bi heyecan çû Îmraliyê û got: “Ez fikirîm ku ez ê hevalên din û Abdullah Ocalan bibînim. Min tenê dengê wî bihîst. Heta wî jî heyecaneke mezin da min. Hestek ku min berê hîs nekiribû."   Aslan diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê gelekî xerab in û piştî rêwîtiya 3,5 saetan a ji Gemlîkê, gihiştin Girava Îmraliyê û di gelek proseduran de derbas bûne. Aslan anî ziman ku piştî gelek lêgerîn li ser wan hatiye kirin derbas bûne û wiha got: “Li wir efserekî normal tunebû, cuda bûn. Ew efserên bi cil û bergên ku min di girtîgehên berê de nedîtibûn dîtin hebûn, ew gelek tirsnak bûn.”    'MIN TENÊ LI WÎ GUHDAR KIR’    Aslan anî ziman ku roja hevdîtinê bi birayê xwe re xwestiye bi kurdî biaxive û got: "Karmendan ji min re got, ‘Binêre tu çiqas bi tirkî diaxivî. Bi tirkî biaxive’. Min jî got, ‘Na, ez ê bi kurdî biaxivim’. Birayê min û du efser bûn, birayê min gelek guherî bû, deng û fîzîka wî guherî bû, ez xemgîn bûm û giriyam ku ew nexweş e, min jê re got ‘Heke min te nedîtiba, min ê bigota ev kesek din e bi min re diaxive’. Ji min re got, ‘Ji ber hewa û şert û mercên li vir e’. Piştî wê 45 deqeyan me hevdîtinek pêk anî. Ew kelecan, ew stres û ew rêwîtiya wî rojê pir nehişt ku em zêde biaxivin. Tiştên ku min ê bigota, min her tişt ji bîra kir. Min tenê li wî guhdar kir.”    ÎRADE…    Aslan bal kişand ser şert û mercên giravê û got: "Ji ber şert û mercên giravê mirov bawer nake ku mirov li wir bijî. Berê min li ser înternetê temaşe kir, Yilmaz Guney li wir maye. Zebze û fêkî çandine, ez bi xeyalek wisa ku wê derkeve pêşiya min ez çûm. Bi hêviya ku tiştekî wisa derkeve, lê min nedît. Jixwe mîna ku ne pêkan bû jî. Piştî hevdîtinê kesên ku bi me birin heta keştiyê re got, ‘Heke hûn van girtiyan bihêlin, cihek wê biçinê tune ye, min got giravek e ku ji çar aliyan ve bi deryayan hatiye dorpêçkirin’. Ji min re gotin: ‘Ne mimkûn e, tiştekî wiha nabe’.”    7 CEJN IN WÎ NEDÎTINE    Aslan diyar kir ku 7 cejn e birayê xwe nedîtiye û wiha got: "Li tu derê cîhanê wijdanek wiha tune. Zilmeke wiha tune. Di cejnê de em nikarin wan bibînin, bi telefonê nikarin têkiliyê deynin. 30 sal cezayê hepsê yê heta hetayê tune ye. Gotin kêm dimînin. Divê êdî ev tecrîd bê rakirin. 28 meh in agahî ji wan nayê girtin. Veysî di telefona ku hat qutkirin de derneket. Tecrîd di nava tecrîdê de pêk tînin.”    BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZEYÊ BAVÊ XWE NEBÛ    Aslan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê mayinde bûye û wiha got: "Çûna ji bo carekî helbet ne çareserî ye. 5 sal, 10 sal carekê çûyîna wê derê ne rast e. Ev kes xwedî malbat, xwişk û bira ne. Bavê min 6 meh berê wefat kir. Wê çaxê jî me serlêdan kir lê red kirin. Bi rastî em ji rewşa wî ya tenduristî û psîkolojîk meraq dikin, ew kesên ku zilmê dikin, çawa di malên xwe de radizên? Ew çawa li zarokên xwe dinêrin?"    BANGA HEVDÎTINÊ    Aslan bang li rayedaran kir ku pêşî li ber hevdîtina malbat û parêzeran vekin û got: "Em ji tenduristî û psîkolojiya wan bi fikar in. Em bi tirs telefonên xwe didin destên xwe. Em dixwazin ev tecrîd li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Bi taybetî jî li Îmraliyê. Ez hêvî dikim ku em ê vê eydê biçin hevdîtinê. Ez vê yekê hêvî dikim ku pêk were.”    MA / Mujdat Can