Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn 2023-06-27 16:03:21 ÊLIH - Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinan jehrî bûn.    Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ya li navçeya Çîlîmlî ya Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinan jehrî bûn. Girtî, piştî xwarina şîvê di saetên şevê de aciz bûn. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê ji rewşê hate agahdarkirin. Girtiyên bi navên Resûl Baltaci, Sînan Tûtmaz, Tevfîk Altûn û Fîkret Karakoç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Duzceyê û 4 girtiyên din jî rakirin revîra girtîgehê. Hat zanîn ku ji bo girtiyên rakirine nexweşxaneyê serûm hate danîn û piştre li girtîgehê hatin vegerandin.    Girtî, têkildarî mijarê li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Malbatan jî ji bo agahiyekî ji zarokên xwe bigirin li girtîgehê geriyan lê tu agahî pê re nehatin parvekirin. Ji ber vê rewşê malbat bifikar in û bang li parastvanên mafên mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.    Me xwest têkildarî mijarê bi rayedarên girtîgehê re biaxivin lê me nekarî xwe bigihînin wan.