Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin 2023-06-27 21:21:49   STENBOL- Serokê Komeleya Çandê ya Haci Bektaş Velî Ûfûk Emre Bektaş, anî ziman ku dewlet ji bo Komkujiya Madimakê xwe li nedîtinê datîne û got: "Em ê li hemberî xirabiya rêxistinkirî ya komkujiyan diafirîne bitêkoşin."    Platforma Ked û Demokrasiyê, ji bo 35 kesên ku di sala 1993'yan de li Otêla Madimakê hatin qetilkirin, li Kolana Yuruyuş Yolûyê ya li Şîrînevlerê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Komkujiya Madimakê jibîr nekiriye, em ê jibîr nekin" hat vekirin. Di dema daxuyaniyê de dirûşmeya bi tirkî "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hat berzkirin. Gelek komele û rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.    'EM JIBÎR NAKIN'   Di daxuyaniyê de ewilî navê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan yeko yeko hat gotin. Dema nav hatin gotin girseyê bi yekdengî ji bo her navekî got "dijî". Paşê Serokê Komeleya Çandê ya Haci Bektaş Velî Ûfûk Emre Bektaş axivî. Bektaş bilêv kir ku dewlet xwe li ber vê komkujiyê li nedîtinê datîne. Bektaş bibîr xist ku serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel ji bo sedema komkujiyê gotiye "tehrîk û minferît" e û got: "Serokwezîr Çîller jî got, 'Şikir ji xeynî kesên li otêlê tiştek bi hevalên me nehatiye.' Em jibîr nakin, em kesên ku kirasekî ji bo komkujiyê difesilînin jibîr nakin. Em kesên ku ji bo şerîatparêzên li derveyî otêlê gotin 'şikir' jibîr nakin. Em kesên ku doza Madimakê bi derengî xistin û girtin jî jibîr nakin."    Bektaş destnîşan kir ku hê jî edalet pêk nehatiye û pirsî ku ew ê çawa kesên ku rayedarê herî mezin ê dewletê ji bo girtina dozê gotiye "li ser xêrê be" û kesên kujeran berdan jibîr bikin.    Bektaş di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku heya ji bo Komkujiya Madimakê edalet pêk neyê ne pêkan e ku ew wekî hevwelatîbûnê bijîn û got: "Em ê li hemberî xirabiya rêxistinkirî ya komkujiyan diafirîne bitêkoşin."