Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag 2023-06-27 21:57:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, têkildarê bêhiqûqiya li dijî rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber bal bir ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin, bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.   Partiya Çepên Kesk, Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, anîn ziman ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bêhiqûqî ye û têkildarê girtina Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag bi nivîskî daxuyanî belav kirin.    PÊKANÎNA DARAZA AKP’Ê YE   Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku gotina fikira xwe ya Yanardag ne sûc e, lêpirsîna bi sûcdariya “Dana pesnê sûc û sûcdar” û “Kirina propagandaya rêxistina terorî” dest pê hatiye kirin, pêkanîna daraza AKP’ê ye.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina hiqûq û demokrasiyê bûye hinceta girtinê û wiha hat gotin: “Ne sûc e ku Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag fikirên xwe bide xuyakirin. Mafê her welatiyekî/ê ye ku fikirên xwe bibêje. Peyam tê dayîn ku kî li ser pirsgirêka Kurd gotinekê bike wê bi cezayekê giran bê cezakirin. Em Partiya Çepên Kesk, dixwazin ku Merdan Yanardag bê berdan, tecrîda li Îmraliyê, sûcekê li dijî mirovahiyê ye.”   BANG JI BO TÊKOŞÎNÊ   Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Partiya me heye ku ji bo li dijî sûcên li dijî mirovahiyê têbikoşe. Em ê hesabê hemû kirinên we yên nehiqûqî bixwazin. Me bang li sendîkayên demokrasîxwaz û aştîxwaz, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, akademîsyen û rewşenbîran ew e ku em bi hev re li dijî AKP’ê têbikoşin.”   Di daxuyaniya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan de jî wiha hat gotin: “Çi gotina di vê nirxandinê de dibe ku bibe sedema girtinê? Tevî ku gelek siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran çend sal berê heman gotin kirine, vê biryara girtinê ku zû bi zû hat derxistin, tirsa ji demokrasî û aştiyê ye. Ên ku dizanin ger dengê Îmraliyê derbikeve wê dengê tundî û pevçûnan kêm bibe, wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd vebibe, bi gotinên bi nijadperestî dixwazin rastiyan vebişêrin û li selteneta xwe ya zilmê dewam bikin.”   ‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE GIRANKIRÎ HEYE’   Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û ev gotin hatin kirin: “Makezagon û zagon bixwe nayên pêkanîn, hevdîtina bi malbat û parêzeran re nîn e, tu agahiyeke fermî di der barê rewşa tenduristiyê û şertên ragirtinê de nîn e. Me bang li her kesê xwedî wijdan, rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên demokrat ew e ku li ber nehiqûqiya li Rêzdar Yanardag hatiye kirin û li ber tecrîdê rabibe.”