Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin 2023-06-28 10:10:27   AMED - Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi boneya Cejna Qurbanê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana gora Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin. Di serdanê de hat gotin ku dê têkoşîna Aydin mezintir bikin.    Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), bi boneya Cejna Qurbanê çû Goristana Deriyê Mêrdînê ya li navçeya Sûr a Amedê û gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ziyaret kir ku di 5’ê tîrmeha sala 1995’an de hatibû qetilkirin. Malbata Aydin, endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, partlementerên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Serhat Eren, Adalet Kaya û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di serdanê de cih girtin.    Serdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û cejn li hemû kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û malbatên wan pîroz kir. Ceylan, diyar kir ku tekoşîna ji wan re hatiye hiştin didome û niha ji hêla bi milyonan ve tê meşandin.    ‘VEDAT AYDIN LEHENGÊ ZAROKATIYA ME TEVAN E’    Piştre jî Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya axivî. Kaya bi bîr xist ku Vedat Aydin  ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hatiye qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Vedat Aydin, lehengê zarokatiya me tevan e. Em mezin bûn û niha jî vê têkoşînê em didomînin. Li hêla din dewlet jî siyaseta xwe ya tarî didomîne. Vedat Aydin veguherî sembola lehengiya Kurdistanê. Bi sala ye dewleta tarî bi sedan kes qetil kir. Me têkoşîn mezin kir û Em soz didin ku dê têkoşîna hevrêyên xwe li dijî hemû desthilatdariyên qirêj bidomînin.”    ‘BILA BIBE WESÎLEYA AZADÎ Û AŞTIYÊ’   Birayê Vedat Aydin jî di axaftina xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya azadî û aştiyê û cejna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir.    Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Aydin û merasîm bi dawî bû.