Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin 2023-06-28 11:19:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdanên gorên kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn de peyama “Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin” hate dayîn.    Di roja ewil a Cejna Qurbanê de goristan hatin ziyaretkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, li Colemêrg û navçeyên wê çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Di serdana ji bo Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a navenda bajar de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek endamên partiyê amade bûn.    Parlak, di serdanê de axivî û wiha got: “Hewldan û berxwedana gelê me li vir e. Berpirsyartiya dikeve ser milê me jî ew e ku xwedî li mîrateya wan derkevin. Ev wesiyeta ji me re hatiye hiştin jî parastina yekitî û hevgirtina gelê kurd e. Em ê bi hev re xwedî li wesiyeta wan derkevin.”    GEVER   Di heman demê de li navçeyê Geverê jî goristanên taxên Bajêrgeh û Ormanê hatin ziyaretkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek partiyî jî di serdanê de cih girtin. Serdan, bi xwendina duayan bi dawî bû.    STENBOL    Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), bi wesîleya Cejna Qurbanê çû Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ziyaret kir.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî tev li serdanê bûn. Gelek kesên li Cemxaneya Gaziyê hatin ba hev, bi qurnefîlan ber bi goristanê ve meşiyan. Di dema rêzgirtina bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dayîn de beşdaran gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Hevseroka ANYAKAY - DER’ê Evîn Genç di serdanê de axivî. Genç, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got ku dê zext û dorpêç nekarin wan ji têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê bikin. Genç, got ku dê alaya têkoşînê heta dawiyê li ba bikin. Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser goran.