Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin 2023-06-28 21:16:12 WAN - Berdana Asim Demîr ê 20 sal in girtî ye, bi gotina “ne poşman e” 2 caran hate taloqkirin.  Asim Demîr (66) ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin, piştî pêvajoya binçavkirinê ya 40 rojan a di sala 1992’yan de bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebbetê yê hefsê lê hate birîn. Demîr, tevî cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye jî nayê berdan. Berdana Demîr ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê cara duyemîn 3 mehan hate taloqkirin.    Demîr ê di 26’ê kanûna 1992’yan de hate girtin piştî 2 salan li Girtîgeha Mûşê, 13 salan li Girtîgeha Dîlokê, 5 salan li Girtîgeha Mîdyadê, 8 salan li Girtîgeha Ordûyê hate ragirtin di sala 2021’an de sewqî Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê hate kirin. Berdana Demîr ê 18 meh in li Girtîgeha Espiyeyê hate ragirtin ewilî ji ber ne poşman e 3 mehan hate taloqkirin. Dû re di meha hezîranê de jî bi heman hincetê 3 mehên din jî hate taloqkirin.