ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-29 09:00:14   * Di erdheja Mereşê de xesar gihişt dikana Serhat Gamsiz a li Battalgaziyê û 2 mehan nekarî bixebite. Bavê Gamsiz, Îmam Gamsiz got ku 23 hezar û 887 lîre fatûreya gaza xwezayî ji wan re hatiye û wiha bertek nîşan da: “Em jixwe mexdûrên erdhejê ne, qet nebe bi fatûreyan vê zilmê li me nekin.”   * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bal kişand ku bi tecrîda mutleq dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidin ji bîr kirin û wiha got: “Tecrîd li ser gelê kurd, li aştî, aramî û pêşeroja welat tê pêkanîn.”   * Zanyarê Siyasetê yê Misrê Bijîşk Fernaz Attîa bal kişand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê her kes berpirsyartiyê bigire û wiha got: “Divê ramanên Ocalan tenê weke felsefeyê nemînin. Ji bo belavî tevahiya cîhanê bê kirin, divê bikevin nav hewldanan.”   * Nivîskar Mûstafa Borak ku pirtûka Destpêka Dersa Kurdî ya ji bo hînkirina kurdî pirtûka dersê ya destpêkê ye nivîsandiye hişyariya “Heke zimanê me biçe dê kurdîtî biqede” kir û anî ziman ku divê kurdî gelek bê axaftin.    * Li Wanê avahiyên li bajarê kevin ên xwedî dîroka bi hezaran salan tên texrîbkirin. Dîroknas Hasan Ûmar, anî ziman ku divê bajarê kevin bi lezgînî bê parastin.    * Nûnerê SES’ê Hîdayet Akay diyar kir ku li Îdira li gorî nifûsê nexweşiya penceşêrê herî zêde lê heye beşa Onkolojiyê nîne û wiha got: “Sedema yekemîn a nexweşiya penceşêrê qirêjiya hewayî ye, ya duyemîn jî santrala nukleer a li bajêr e.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 829’an de bidome.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya partiya xwe ya li Wanê bibe. (13.00-14.00) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî penaberekî îranî ku li Navenda Paşveşandinê tê ragirtin, li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)    * Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd dê bi boneya 98’emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyaniyê bide. (16.00) ZINDÎ