Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin 2023-06-29 09:04:12 MÊRSÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bal kişand ku bi tecrîda mutleq dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidin ji bîr kirin û wiha got: “Tecrîd li ser gelê kurd, li aştî, aramî û pêşeroja welat tê pêkanîn.”   Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê ku malbat û parêzer li dijî tecrîda mutleq a li ser Ocalan dikin jî bi hincetên cuda tên astengkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ê têkildarî tecrîdê nirxandin kirin, diyar kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku Ocalan bidin ji bîr kirin.    Alî Bozan   ‘DIXWAZIN OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN’    Bozan, bi bîr xist ku Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Ocalan rexne kir hate girtin û wiha got: “Tecrîda ku Yanardag anî ziman, mijareke ku kesên edaletê diparêzin hemû bînin ziman e." Bozan, bi lêv kir ku bi girtina Yanardag peyama “têkildarî tecrîdê neaxivin” dane civakê û wiha berdewam kir: “Desthilat dixwaze birêz Abdullah Ocalan bidin ji bîr kirin. Naxwaze ramanên birêz Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di nava civakê û raya giştî de bên nîqaşkirin û zanîn. Sedema biryara binçavkirin û girtinê ya ji bo Merdan Yanardag hatiye dayîn ev e. Em dizanin ku Merdan Yanardag wê di rojên pêş de derkeve pêşberî dadgehê. Ew ê bê darizandin. Di dawiya darizandinê de wê beraet bike. Ji ber ku axaftina wî tenê axaftineke di çarçoveya azadiya ramanê de ye.”   ‘TECRÎD PIRSGIRKÊKA KURD KÛR DIKE’   Bozan, destnîşan kir ku di kesayeta Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de tecrîdkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Dixwazin bikin ku Birêz Ocalan di nav gelê kurd û raya giştî de bê ji bîr kirin.” Bozan da xuyakirin ku tevî biryarên îxlalkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî tecrîd kûr bûye û ev bang li desthilatê kir: “Qanûnan bi cih bînin, tecrîda teqez rakin.”   Bozan, destnîşan kir ku qasî tecrîd kûr dibe neçareserkirina pirsgirêka kurd jî kûrtir dibe û got: “Çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li welat tecrîda mûtleq a li welat tê domandine. Heke tecrîd bê rakirin wê pêşî li çareseriya pirsgirêkên li welat vebe.” Bozan, da zanîn ku Ocalan “temînata aştî, aramî û pêşeroja vî welatî” ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li ser gelê kurd, li aştî, aramî û pêşeroja welat tê pêkanîn.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen