CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk 2023-06-29 12:24:56 ENQERE - CHP û Partiya Pêşerojê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk.    Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Pêşerojê bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).    Serdan li Navenda Giştî ya HDP’ê hate kirin û di şandeya Partiya Pêşerojê de Cîgirên Serokê Sekreteriya Giştî Seyrangul Neslîhanoglû, Hasan Gurbuz û Cîgirê Serokê Rêveberiyên Herêmî û Bajarvaniyê Alparslan Ziya Aslan hebûn. Şande, ji hêla Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk, endamê Meclisa Partiyê (PM) Mete Elçî û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Elîf Bulut ve hate pêşwazîkirin.    Endama MYK’A HDP’ê Elîf Bulut di serdanê de axivî û got ku gel bi hêviya demokratîkbûnê ne û got ku hêviya gel a ji bo partiyên ji bo demokratîkbûnê têdikoşin zêde ye. Bulut, hêvî kir ku cejn bibe wesîleya demokratîkbûnê û pêkhatine hêviyên gelan.    Seyrangul Neslîhanoglû jî diyar kir ku dijbertiya civakî ya li Tirkiyeyê zêde ye û wiha got: “Cejn, pêşiya vê rewşê digirin. Lewma ev serdan tiştekî hêja ne. Xweziya me her tim bikira. Em gelek keyfxweşin ku hatine serdana we.”    Serdana şandeyan piştre jî ji çapemeniyê re girtî dom kir.    SERDANA CHP’Ê   Şandeya CHP’ê jî ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Zeynel Emre, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Baskê Jinan Armagan Akyuz û ji Baskê Ciwanan Dîlara Dalbudak pêk dihat. Şande ji hêla heman şandeya HDP û Partiya Çepên Kesk ve hate pêşwazîkirin. Piştî pîrozkirina cejnê jî Elîf Bulut axivî û wiha got: “Yek ji aliyên hevpar ên îktîdarê jî dijminatiya li dijî jinan e. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê em jin hîn bêhtir têbikoşin.”   Zeynel Emre yê CHP’î jî di serdanê de ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêje ku CHP hewl dide temsîliyeta jinan zêde bike. Xebatên wê didomin. Divê rola di nava civakê de hatiye diyarkirin, êdî ji holê rabe. Heta tevlibûna jinan zêde nebe, welatek nikare pêş bikeve.”    Her wiha her du aliyan jî bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag dan.