Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin 2023-06-29 13:15:25   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê ev peyam da: “Roja edalet pêk tê dê bibe roja serkeftina me. Yên li ber xwe nedin dirizin!”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 829’an di Cejna Qurbanê de jî dom kir.   Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nekarî bê pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê, li ser hesaba xwe ya dijîtal ev peyam parve kir: “Heke li holê neheqî û bêdaletiyeke hebe, xwe bêdeng neke. Ji zemanî ve hemû berxwedanên heq û bibiryar her tim bi serkeftinê tacîcdar bûne. Roja ku edalet pêk tê dê bibe roja serkeftina me. Yên li ber xwe nedin, dirizin!”