HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî 2023-06-29 14:12:52 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û wiha got: “Ya ku 98 sal berê hedef hatibû girtin, daxwazên maf û azadiyê yên gelê kurd bû.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 98’emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Em, Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di 29’ê Hezîrana sala 1925’an de li Qada Şêx Seîd a Amedê li ser biryara Dadgeha Îstîklalê hatin bidarvekirin bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ya ku 98 sal berê hedef hatibû girtin, daxwaza maf û azadiyan a gelê kurd bû. Plana Islehkirina Şerqê îro bi polîtîkayên înkar û pişaftinê yên AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan hêj jî tê domandin.”