Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin 2023-06-29 15:42:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de hate gotin ku li Serêkaniyê û Girê Spî 33 kes hatine girtin û 19 kes jî hatine revandin.    Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Vdc-Nsy) têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di meha hezîranê de li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê parve kir.    Li gorî raporê binpêkirin wiha ne:    "* Di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    * 33 kes hatin girtin û 17 kes hatin îşkencekirin.    * 19 kes hatin revandin.    * 5 mayin teqiyan.”    Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku di encama îşkence û gulebaranan de yek jê zarok bi giştî 4 kes birîndar bûn, di encama êrişên bejahî û hewayî yên li dijî gundan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di navbera komên paramîlîter de 9 caran pevçûn derket û ji roja destpêkê ya êrişan heta niha jî 375 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.