Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike 2023-06-30 14:45:27 WAN - Şandeya HDP'ê û Partiya Çepên Kesk li navçeyên Wanê serdana xelkê kirin û Cejna Qurbanê li welatiyan pîroz kirin.     Şandeya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hebû li navçeyên Erdîşê, Bêgirê û Ebexê serdanên Cejna Qurbanê kirin û cejna xelkê pîroz kirin. Bûldan û şandeya pê re ewilî li Erdîşê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.    Bûldan li Erdîşê axivî û destnîşan kir ku hê jî li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê berdewam dike. Bûldan anî ziman ku ew di ferqa kêmasiyên xwe de ne û ew ê di meha îlonê de kongreya xwe pêk bînin û wê bi plansazî û ferasetek nû û rûyên nû rabin.    Bûldan û şandeya xwe piştî Erdîşê derbasî navçeya Bêgirê û Ebexê bûn û tev li pîrozbahiyên cejnê bûn.    Bûldan û şandeya pê re dê sibê jî li navçeyên Qelqelî û Seravê serdana gel bikin.