Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir 2023-06-30 18:03:12     ŞIRNEX- Li Cizîrê du malbat bi hev ketin. Di pevçûna di navbera her du malbatan de kesek mir.   Li taxa Nûr a navçeya Cizîr a Şirnexê du malbat bi hev ketin. Di pevçûna di navbera her du malbatan de kesê bi navê Ibrahim Ozkan jiyana xweş ji dest da. Li cihê bûyerê tevî hemû mudexileyan jî Ozkan nehat rizgarkirin.     Her wiha pismamê Ozkan jî birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Cenazeyê Îbrahîm Ozkan jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.