Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn 2023-06-30 20:02:43     COLEMÊRG - Li qada Mêrgezerê ya Geverê mînîbusa ku bêrvan tê de bûn, qelibî. 15 kes birîndar bûn.    Li qada Mêrgezer a Geliyê Doskiyê ya navçeya Gever a Colemêrgê, mînîbusa ku bêrîvan tê de bûn qelibî. Li gor agahiyên destpêkê hat derpêşkirin ku gava wesayît ji zozanan vegeriyaye gundiriye şarampolê.    Piştî qezayê gelek tenduristkar sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin ku tevî ajovanê mînîbusê 15 kes birîndar bûne û birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.