KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin 2023-07-01 14:02:45 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê xwest daxwazên Mazlûm Dag û Abdurahman Er ku 45 roj in li dijî zextên Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne werin qebûlkirin.    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rewşa Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku 45 roj in li Hewlêrê li dijî zextên girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:    “Du ciwanên kurd, Mazlûm Dag û Abdurahman Er, 45 roj in di greva birçîbûnê de ne. Tenduristiya wan gihiştiye asteke metirsîdar. Her du ciwan bi tohmeta kuştina wezîfedarekî sefaretxana Tirkiye li Hewlêr, di heqîqetê de ew kes ajanê dewleta tirk yê MIT’ê bû û serpereştîya karê sixûrî li Başûrê Kurdistanê dikir. Destê wî kesî di kuştina gelek kesên welatparêz de hebûye.   Her du ciwan ji havîna 2019’an û vir de ji aliyê desthilatdariya yên li Hewlêrê hatin desteserkirin û biryara îdamê li wan hatîye birrîn. Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li ser wan di 18’ê Gulanê 2023’an de ketine greva birçîbûnê ya bêdem. Çalakiya Dag û Er di roja 44’an de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe û dikeve bin metirsîdariyê.   Bangewaziya me destpêkê ji bo hikumeta Hewlêrê û ji bo hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên di mijarê parêstina mafê kesên girtî de bibin xwedî helwest ku mafê girtîyekî di zindanê de çi be pêwîste her du ciwan xwedî heman mafî be! Eger em li heman prensipê xwedî dernekevin û nebin dengê her du ciwanan dê encamên gelek xirab derkeve holê.”   Em parastina mafên her du ciwanan ên di zindanê de ne weke erkeke mirov dizanin û pêwîste ku hemû kesên baweriya wan bi parastina mafê mirovatiyê tê, li mafê her ciwanan xwedî derkevin.”