Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin 2023-07-02 09:03:00 STENBOL - Îhsan Elîaçik diyar kir ku kapîtalîzm bi destê AKP'ê bi kirasekî dînî tê meşandin û wiha got: "Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin."  Bi desthilata AKP'ê re dest bi avêtina gavên sazîkirina Îslama Siyasî hatiye kirin. Destilat bi feraseteke otorîter, bîrdoziya xwe sazûman dike û bi vê re hem amûrên siyasî hem jî yên civakî çêdike. Yek ji van amûran jî terîqet in. Di demên dawî de ev terîqet bi mirina zarokan, destdirêjiya û destavêtina li zarokan di rojevê de ne, lê di serdema AKP'ê de bêtir bûne rojev û cihê nîqaşê. Terîqetên îslamî ku xwedî dîrokeke nêzî hezar salî ne, di halê hazir de dîn binpê dikin, civakê bin pê dikin û detshilat jî ji bo sazûmankirina pergala xwe ya bi feraseta "tekparêz", zayendparêz" û "dînparêz" wan wekî amûrekê bi kar tîne.    Di hilbijartinên 2023'yan de AKP-MHP, Huda-Par û Partiya Yenîden Refahê ku bi zimanê xwe û gotinên xwe tim dibin cihê nîqaşan, daxilî nava tifaqa xwe kirin. Ev yek jî îşaret bi kodên bîrdozî yên serdema nû ya Tirkiyeyê dike. Îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik, mijara navborî nirxand.    DI KAPÎTALÎZMÊ DE REWAKIKIRINA DÎNÎ   Elîaçik bilêv kir ku Tirkiye welatekî kapîtalîst e û got ku pergala kapîtalîst jî di ser AKP'ê re tê rewakirin û domandin. Elîaçik vê yekê wekî "bi kapîtalîzmê destnimiêjgirtin" şîrove kir û wiha got: "Em ji vê re dibêjin destnimêjgirtina bi kapîtalîzmê re. Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin. Berhevkirina ma, zengînî, berhevkirina pereyan... li ser van tiştan dimirin û tu îtirazeke wan ji bo vê tune ye."    Elîaçik diyar kir ku daxilbûna Partiya Huda Parê û Partiya Yenîden Refahê ya nava tifaqa AKP-MHP'ê, dê di serdema nû de jinan "hedef" bigire û got ku hin partiyên ku xwe wekî rastgir-mihafizekar nîşan didin carinan îslamê referans nîşan didin û jinan hedef digirin. Elîaçik, axaftina xwe wiha domand: "Piraniya komên îslamî LGBT'yan wekî dijmin nîşan didin, jinan veder dikin, wan di biniya mêran re dibînin û dibêjin 'cihê jinê mal e, di îslamiyetê de yê sereke mêr in û mêr di ser jinan re ye.' Kirasekî dînî li fikirên xwe yên mêrserweriyê dikin. Lê ji ber ku nikarin xwe ji çanda mêrantiyê xalî bikin wiha dikin."    ÎSTISMARKIRINA DÎN Û AKP   Bi domdarî Elîaçik diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim dîn hatiye îstaismarkirin û bal kişand ser bandora wê ya li hilbijartinên 2023'yan û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê hin derdor ji ber argumanên dîn rayê didin. Anku derdoreke ku dibêje 'kesê ku ez raya xwe bidimê divê bi nimêj û taet be, misilman be' heye, lê ev derdor ne derdoreke mezin e. Anku encam nîşan didin ku bi kêr nayê." Elîaçik destnîşan kir ku AKP, partiya kesan e û wiha pê de çû: "AKP, Erdogan e. Gava Erdogan tune be dê AKP belav bibe. Gava Erdogan tune be, dê wekî Partiya Anavatanê belav bibe."   Elîaçik anî ziman ku bîrdoziyeke Erdogan tune ye û wiha derbirî: "Bîrdoziya wî qoltixa wî û parastina vê qoltixê ye. Şert û mercên wê kêliyê çi bibin, wê dike. Anku nade dû bîrdoziyekê. Parastina qoltixa xwe, dîn, îman û bîrdoziya wî ye."    ŞIRÎKÊN XIRABIYÊ   Elîaçik diyar kir ku yek ji şirîkên vê xirabiyê jî terîqat in ku tim bi mirina zarokan, bi detsdirêjî û destavêtina zarokan di rojevê de ne û wiha axivî: "Bûyerên bi vî rengî bi terîqatan çêdibin, lê radibin ser wê digirin. Dixwazin rastiyê veşêrin. Lê divê ew bi xwe vê eşkere bikin an jî bûyerên bi vî rengî paqij bikin. Fikra gelek terîqat û cemaetan a der barê zarok û jinan de şaş e. Ew jî wer difikirin ku li ser rêya rast in. Pir xirab xuya dikin, lê haya wan ji wan tune ye."    Elîaçik ji bo Huda Parê jî got: "Îslamiyeta ku min çil sala berê ew diparast, Huda Par dûrî wê ye jî. Erdogan jî 50 salî li paş wê ye."