Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin 2023-07-02 10:33:35 SÊWAS - Di 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Sêwasê meş hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê de axivî û wiha got: “Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye. Em ê nehêlin ev komkujî were jibîrkirin."  Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan di dema pîrozbahiyên Pîr Sûltan Abdalê de li Hotêla Madimak a Sêwasê komkujiyek hate kirin û 33 nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê hatin qetilkirin. Di 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de welatiyên bi pêşengtiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) hatin ba hev, merasîma bîranînê li dar xistin. Welatiyên li gelek bajaran bi rê ketin, di saetên serê sibehê de li pêşiya Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Sêwasê hatin bahev û bi kortejan ber bi cihê komkujiyê ve meş dan destpêkirin.   ‘JI BÎR NEKE, NEDE JIBÎRKIRIN’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li meşê bûn.  Di meşê de pankarta “Rêya me pîroz e, ronahiya me venamire. Rêwiyê bêdawiyê Pîr Sûltan Abdal na mire” û pankarta wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser bû vekirin. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Sêwasê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Dê ronahiyê Sêwasê venemire” berz kirin. Di dema meşê de welatiyên derketin pace û şaneşînan jî bi çepikan piştgirî dan girseyê.    Piştî meşê, li pêşiya Hotêla Madimakê daxuyanî hate dayîn.    ‘BULA BIBE MUZEYA ŞERMÊ’    Malbatên ku bi wêne û qurnefîlan hatin pêşiya Hotêla Madimakê careke din xwestin ku hotêl bibe “muzeya şermê.”    'HEKE EM NEBIN YEK DÊ EV TARÎTÎ ME TEVAN DAQURTÎNE’    Li ser navê malbatan Mehmet Gunduz axivî ku kurê wî Mûrat Gunduz di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Gunduz, wiha got: “Yên ku ev 30 sal in vê êşê bi me didin kişandin bila qehr bibin. Heta ku em dimirin jî em ê neçin. Heta ku Madimak dibe muzeya şermê jî dê têkoşîna me bidome. Em neçarin ku li gel we, em bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Em, roj bi roj ber bi tarîtiyê ve diçin. Heke em nebin yek dê ev tarîtî me tevan daqûrtîne.”Malbatên ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kirin piştre jî wêne û qurnefîlên di destên xwe de danîn ber deriyê hotêlê û ji wir çûn.    XWESTIN HESABA WÊ WERE PIRSÎN   Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî tev li bîranînê bû. Ozel, komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê pênase kir û wiha got: “Heta ku hesaba Sêwasê tê pirsîn em ê li vir bin. Em ê dirûşma ‘Komar li vir hate avakirin û dê li vir were hilweşandin’ ji bîr nekin. Komkujiya Sêwasê komkujiyeke mîna yên din nîne. Hîmê komarê li vir hatibû avêtin û yên dixwestin komarê hilweşînin li vir gef xwarin. Ev gefe li me tevan hate xwarin.”    ‘EM Ê NEHÊLIN KOMKUJÎ WERE JIBÎRKIRIN’   Piştî ku ji bo bîranîn qurbaniyan qerenfîl danîn ber hotêlê daxuyanî hat dayîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Uçar anî ziman ku 30 sal berê li Madimakê qetlîameke ku nayê xeyalkirin pêk hat û rayedarên dewletê jî li Enqereyê li şewitandina hotêlê temaşe kirin. Uçar da zanîn ku di dîrokê de cara ewil di weşana zindî de komkujî pêk hat û got: "Pêvajoya dadgehê ya ku di 30 saliya xwe de tu pêşketinê bi dest nexistiye, mixabin di doza ku wê di meha îlonê de bê lidarxistin de, bi talûkeyê re rû bi rû maye. Me doh jî ev yek anî ziman û em îro jî dibêjin; Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye. Em ê nehêlin ev komkujî were jibîrkirin.”    ’30 SAL IN EDALET TUNE YE’     Daxuyaniya hevpar a Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê, Komeleyên Çanda Elewiyan û Federasyona Elewiyên Bektaşî ya Awûstralyayê li ser komkujiyê dan.    Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cuma Elçî daxuyanî xwend û wiha got: “Di ser Komkujiya Sêwazê Madimak a ku yek ji qetlîamên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye ku yek ji girîngtirîn xalên destpêkê yên paşverûtiyê ye re 30 sal derbas bûn. Polîtîkayên cudaxwaz ên ku rê li ber desthilatdariya siyasî ya yekperest û înkarker a îro vekir. Edaleta ku 30 sal in em lê digeriyan hîn jî me nedîtiye. 30 sal in em daxwazên xwe li ser rê, kolan, meydan û salonên dadgehê, bi kurtasî hema hema li her derê diqîrin.”   HEMAN ZÎHNIYET E   Bi hêz û mejiyê ku Qetlîama Madimakê pêk anî, 10’ê Cotmehê, Mereş, Çorum, Dêrsim, Koçgirî, Pirsûs, Roboskî, Zînî Gedîk, Gezî, Gazî pêk anî û heman hêz û mejiyê îdeolojîk ku pêk anî. Yên ku Otela Madimakê şewitandin û yên ku daristanên me dişewitînin, çemên me ziwa dikin û bûn sedem ku welat bibe çol, heman zîhniyet in.”    WÊ DOZA ME BIDOME    Têkoşîna me ya ji bo mafê welatîbûna wekhev heta ev têkoşîn bi ser bikeve wê bidome. Ji bo 33 kesên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin gotineke me heye. Ev doz dê neçe dadgehê. Em ê bibin mehkeme û em ê edaleta rastîn pêk bînin, em ê xeyalên xwe pêk bînin. Ronahiya qurbaniyên me wê venemire.” namîne.”   Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.