Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket 2023-07-02 13:31:46 ÊLIH - Li gundê Zîlanê yê bi ser navçeya Hezoyê ve agir bi genimê şêniyên gund ket û di encama mudaxileya gundiyan de agir hat vemirandin. Hat zanîn nêzî 100 donim genim şewitî. Li gundê Zîlan ê navçeya Hezoya ya Êlih li ser rêya Êlih-Wanê agir bi zeviyên genim ên ber çinînê ket. Agir di demekî kin de belav bû genimê sê çar malbatan şewitand. Hat zanîn ku şewat ji ber qotika cixarêyê derketiye.    Bi derketina şewatê re xelkê gund û gundên derdorê bi hawarê çûn. Welatiyan bi derfetên xwe rê li ber belavbûna agir girtin û nehiştin hêj belavtir bibe. Demek piştre jî agir bi temamî hate vemirandin. Hat zanîn ku di şewatê de nêzî 100 donimên zeviyên genim şewitîn.    TÎMÊN AGIRKUJIYÊ DERENG HATIN   Dema şewat derketî welatî yekser li tîmên agirkujiyê yên şaredariyên Hezo û Êlihê geriyan. Lê tîmên agirkujiyê dereng hatin cihê bûyerê û heta ew hatin, welatiyan agir vemirandin.   BÎÇER ŞANDIN DEVERA ŞEWATÊ   Welatiyên gundê Zîlanê ji ajokarên bîçeran ên li deverek din a gund genim diçandin re gotin ku biçin herêma şewatê û genimên li wê deverê ku li ser rêya navneteweyî Rêya Îpekê cih digirin, biçinînin.