Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin 2023-07-02 16:02:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê zarokeke 13 salî tecawiz kirin. Komîteya Şopandina Mafên Zarokan a Şilêrê bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya cîhanê da.    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk, li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) du bi daxuyaniyekê ragihand ku koma paramîlîter a bi navê “Hamzat” a girêdayî dewleta tirk li gundê Ciwêqê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin.    Komîteya Şopandina Mafên Zarokan a Şilêrê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bang kir. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hate xwendin û ji hêla Rêvebera Komîteyê Jûlya Xelo ve hate xwendin. Xelo, diyar kir ku komên paramîlîter ên li herêmê hema hema her roj li herêmê sûcên destdirêjî, revandin, îşkence û komkujiyan dikin. Xelo, da zanîn ku tevî bang û hişyariyên wan jî raya giştî ya cîhanê li hemberî van sûcên mirovahiyê bêdeng in. Xelo, axaftina xwe wiha domand: “Bûyera dawî ya li Efrînê ku destdirêjî li zarokekê hatiye kirin, bûyereke nû nîne. Ev tenê aliyekê wehşeta rojane ya li Efrînê ye. Ji ber ku nahêlin çapemenî bikeve herêmê, tiştên li wir tên jiyîn nayên bihîstin.”    Bi domdarî Xelo destnîşan kir ku li gel ku ji bo şopandina binpêkirinên li dijî zarokan û parastina mafên wan gelek komîteyên navneteweyî hatine avakirin lê li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng in. Xelo, wiha bertek nîşan da: “Divê saziyên mafên mirovan êdî bêdengiya xwe bi dawî bikin û li dijî komkujî û destdirêjiyên li dijî zarokan xwedî helwest bin.”