Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan 2023-07-03 09:01:44   ŞIRNEX - Şêniyên gundê Hespistê ku her havîn ava wan tê birîn di hewaya germ de nikarin pêdiviyên xwe yên avê peyda bikin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew ê ji dozgeriyê re daxwazname bişînin.    Li gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve her demsala havînê ava wan a vexwarinê tê birîn. Îsal jî di demsala havînê de ava gundiyan hate birîn. Gundiyên ku ji ber germahiya hewayê neçar in her hewcedariya xwe bi avê bi cih bînin, zehmetiyê dikişînin. Di nava hefteyekê de tenê 4 seatan avê didin gundiyan. Ava ku ji navçeyê re tê dayîn dibe sedem ku gundî bê av bimînin. Li şûna çareserkirina pirsgirêka avê lê ava gundiyan tê qutkirin. Ji ber nebûna avê bax û baxçeyên gundiyan ziwa bûne û heywanên wan jî tî dimînin. Jinên ku herî zêde di nebûna avê de zehmetiyê dikişînin bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêkan dan û gotin wan heta niha gelek caran der heqê mijarê de rayedarên dewletê re hevdîtin kirine lê paşguh kirine û dan zanîn ku ew ê ji dozgeriyê re daxwazname binivisînin.    ‘ÎTFAIYE JÎ AV NADE ME’    Ji şêniyên gund Hayal Oruç (34) diyar kir ku her sal di demsala havînê de ava wan tê birîn û wiha got: "Jixwe par jî ev pirsgirêka me hebû. Piştî hilbijartinê ava me bi temamî birîn. Beriya niha ev av ku nedidan me diherîkî newalê. Di nava hefteyê de tenê çar seatan avê didin me. Di nava van çar seatan de jî 20 deqîqeyan av didin seateke wê jî av diçe. Di mala me de av nîne. Hawza me heye dibe ku ez dîsa îdare bikim lê yên ku sewalên wan hene bax û baxçeyên wan hene nikarin wisa îdare bikin. Ev çend car in em bangî îtfaiye dikin ew jî av nade me. Em bang li bîrîma xîzmeta gundan dikin ew jî eleqeder nabin. Em diçin şaredariyê ew jî tiştek nake. Ji me re dibêje wiha ye û dê wiha be. Em dixwazin ku ev pirsgirîk bê çareserkirin. Ev ava me diçe newalê. Şûna ku bidin me vala vala ev av diçe. Depoya avê heye ew jî miftekirî ye û nadin kesekî. Kesê ku traktorê wan nebe didinê. Em ê biçin daxwazname bidin da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.”   ‘LI ŞÛNA KU AVÊ BERDIDIN NEWALÊ BILA BIDIN ME’    Ji şeniyên gund Emîne Ersoy (38) jî anî ziman ku ew di her demsala havînê de tên cezakirin û got: "Ev du sal in em vê rezaletê dikişînin. Di nava çend rojan de tenê 2 seatan av didin û ew jî nebirêkûpêk didin. Em mexdûr in. Zarokên me bê av in. Dewarên me hemû bê av in. Gund debara xwe bi xwedîkirina dewaran û baxçeyên xwe dikin. Dema ku av nebe dê çawa be? Em nikarin ne cilekî xwe û ne jî serê xwe û zarên xwe bişon. Her malek me 3-4 nifûsa wan heye û bêav in. Yê ku traktorê wan nebe jî dimînin bê av. Em qeliyan. Di gundekî de mirov bêav bimîne gelek nexweş e. Herî zêde em jin zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin ku dengê me bê bihîstin. Em heqê xwe dixwazin. Ev av diçe newalê li şûna ku wisa berdin bila bidin gundiyan. Em wisa mexdûr nabin.”    ‘EM KU VE HERIN?’    Ayfer Oruç (35) jî da zanîn ku li gel qutkirina avê herî zêde karê jinan zehmet bûye û wiha got: "Herî zêde demsala havînê karê me heye. Lê em di vê havînê de gelek mexdûr bûn. Ava me ji ser me girtin. Sewalên me dimînin bêav, baxçeyên me dimînin bêav. Em nikarin tiştekî bikin. Bêav jî jiyan nabe û her tiştek li ser avê ye. Av ava me ye lê nadin me. Avê berdidin bajêr nadin gund. Neheqî li me dikin. Em ku ve herin? Pêdiviya me bi avê heye.”   Emîne Şen (42) jî daxwaz kir ku pirsgirêka heyî demildest bê çareserkirin û got ku bêavî jiyana wan gelek zehmet derbas dibe.   MA / Zeynep Durgut