Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin 2023-07-03 09:24:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li Efrînê 12 welatî kuştin, 173 hatin revandin û 6 wargehên mêtingeriyê hatin avakirin.  Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 20’ê kanûna 2018’an de li dijî Kantona Efrînê êrişeke berfireh dan destpêkirin. Yek ji mezintirîn planên êrişê jî guherandina demografyaya Efrînê bû. Di çarçoveya planê de xelkê resen ê Efrînê hate qetilkirin, revandin, mal û milkê wan hate desteserkirin û ji bo koçberkirinê her cureyên zextan lê kirin. Ajansa Nûçayan a Hawarê (ANHA) daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê yên di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de dane ber hev û têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter raporek parve kir.    KUŞTIN Û REVANDIN   Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê; di nava 6 mehan de 12 welatî ku 4 jê ji heman malbatê bûn, di şeva Newrozê (20’ê Adarê) de li Cindirêsê hatin kuştin. Her wiha 173 kes jî bi hincetên bêbingeh û ji bo wergirtina fîdyeyê hatin revandin.    BI HEZARAN DAR HATIN BIRÎN   Rêxistinê da zanîn ku dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe mayînde bike, bi zanebûn daran dibire û dike êzing. Rêxistin diyar kir ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 15 hezar û 500 darên darên zeytûn, gûz, behîv, darên fêkiyan û hwd. birîn. Her wiha zêdetirî hezar darên din jî birîne. Di heman demê de zêdetirî 70 hektar zeviyên genim û ceh jî şewitandin.   XANIYÊN BO KOMÊN PARAMÎLÎTER HATINE AVAKIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk ji bo guherandina demografyaya herêmê, li gel dewlet û rêxistinên ereban li Efrînê 6 qadên mêtingehê ava kirine û navên wan wiha hatin parvekirin:    * Ecnadîn Filistîn: Di di 4’ê kanûna 2023'yan de li navçeya Cindirêsê hate vekirin û ev avahî bi piştgiriya rêxistina Ecnad El Îslam a filistînî ve hatin avakirin. Malbatên koma paramîlîter a Ehrar El Şamê di 40 xaniyên wê de hatine bicihkirin. Di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên Cindirêsê hatine avakirin. Xwediyê erd jî Hesen Mecîd û Mûrad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabetayê ne. Her du welatî jî bi darê zorê ber bi Kantona Şehbayê ve hatine koçberkirin.   * El Keramê:  Saziya Xêrxwaziyê ya Qeterê di 12'ê sibata borî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha ‘Bajarê El Keramê’ li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. Hinceta wê jî weke ‘jinûveavakirina xaniyên di erdheja 6’ê sibatê hilweşiyayîn’ nîşan da. Lê piştî avakirinê, komên paramîlîter lê bi cih kir.    * Gundê Qeterî 2: Meclisa Xwecih a Efrînê û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4'ê Gulana borî de mêtingeha ‘Gundê Qeterî 2’ li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewayê vekir.   * Koma paramîlîter a Sûltan Silêman Şah mêtingehek li navçeya Mebatayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.   * Komeleya ‘El Eyedî El Beyda’ mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.   * Di çend rojên dawîn de dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Çiyayê Lêlûnê mêtingeheke nû ava dikin.    DESTDIRÊJÎ   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê; komên paramîlîter ên dewleta tirk di nava hefteyekê de destdirêjî li 2 zarokên temenên wan 10 û 14 kirin.    Di heman de gelek sûcên weke dizî, talan û tiryakfiroşiyê tên kirin.