Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim 2023-07-03 10:33:12   CINEV - Raportora Taybet a NY’ê Mary Lawlor diyar kir ku dê doza Aydin Yuksel ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji nêz ve bişopîne.    Danişîna doza endama Rêveberê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Vetha Aydin Yuksel ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê sibe bê lidarxistin. Raportora Taybet a Parastina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor têkildarî danişîna Aydin li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir.    Di parvekirina xwe de Lawlor wiha got: “Parastvana mafên mirovan Vetha Aydin dê sibe li Tirkiyeyê bi tawanbariya terorê bê darizandin û ez ê ji nêz ve bişopînim. Heke were girtin, dê bi cezayê hefsê yê 15 salan re rû bi rû bimîne.”    Di heman demê de Lawlor nameya hevpar a di gulana 2021’an de tevî 7 raportên din ên NY’yê ji bo Tirkiyeyê şandî jî parve kir. Di nameyê de fikarên têkildarî girtinên demdirêj ên parastvanên mafan hatibûn vegotin û nafên 22 parastvanên mafên mirovan hatibûn rêzkirin. Di nava kesên behsa xeberê de Vetha Aydin Yuksel jî hebû.