Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin? 2023-07-03 14:36:42 RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de ev pirs kir: “Têkoşîna edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 833’yan de didome. Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?”  Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 833’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Şenyaşar, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqand û ji kesên rêya wan bi edliyeyê diket derheqê komkujiyê û têkoşîna xwe ya edaletê agahî dan.    Di heman demê de malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî bi sernavê “#Nerdeadalet” re Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 833’yan de didome. Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?”