Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir 2023-07-03 15:33:06 NAVENDA NÛÇEYAN  - Tirkiyeyê dema qedexeya ji bo rêwitiyên balafiran a ji bo Silêmaniyeyê dirêj kir.    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê ji 3’yê nîsana îsal ve betal kiriye. Biryara dewleta tirk a ji bo Balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê tîrmehê derbasdar bû. Dewleta tirk ragihandibû ku dê piştî 3’yê tîrmehê biryareke nû bidin. Dihat payîn ku ev qedexeye îro bi dawî bibe.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir têkildarî mijarê daxuyanî da. Ebûbekir ragihand ku dewleta tirk careke din geştên asîmanî yên Tirkiyeyê ên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê girtiye û ev agahî da: “Tirkiyeyê biryara xwe ya ji bo rawstandina geştên asîmanî ya ji Balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê çileya 2024’an dirêj kir.”