Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da 2023-07-03 23:15:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêvebera DDKD'yê Halîde Dundar, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) Halîde Dundar di 61 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dundar li Stenbolê li nexweşxaneyekê ji ber nexweşîna dil dihat dermankirin. Cenazeyê Dundarê dê sibê li navçeya Licê ya Amedê bê veşartin.