Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin 2023-07-04 15:52:44 MÊRDÎN - Nivîskarê girtî Yaşar Aslan ê 30 sal û 6 meh şûnve ji girtîgehê derket, li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Aslan got: “Serê me bi we serbilind e.”    Nivîskarê girtî Yaşar Aslan ku di 15’ê çileya sala 1993’yan de ê hê 20 salî bû li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû girtin, piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê tehliye bû. Duh ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara Tîpa F’yê ya Jimara 2’yan hatibû berdan. Divê beriya 6 mehan bihata berdan lê berdana wî hatibû taloqkirin. Aslan li    Aslan û ferdên malbata xwe îro ji Stenbolê bi balafirê hatin Mêrdînê. Malbat û xizmên Aslan, endam û rêveberên MED TUHADFED’ê jî di nav de bi girseyî bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin.    KÊFXWEŞÎ Û XEMGÎNΠ   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî di nav de girseyê Yaşar Aslan bi têlîlî û çepikan pêşwazî kir. Welatiyan yek bi yek Aslan hembêz kirin. Di kêliya pêşwaziyê de Aslan, hin xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê xemgîn bûn. Lê di pêşwaziyê de jî kêliyên kêfxweşiyê derketin holê.    ‘EM SERBILIND IN’    Aslan li ber balafirgeha Mêrdînê daxuyaniyek kurt da û spasiya kesên eleqe nîşanî wî dane kir. Aslan anî ziman ku kesên wî pêşwazî kirine wî şanaz û kêfxweş kirine û got: “Serê me bi we serbilind e. Ez bi we re kêfxweş im. Min duh jî got, li girtîgehan pirsgirêk pirr zêde ne. Hevrêyên me li girtîgehan li benda we gelek tiştan e. Çi ji destê kê were ku bike wê ji bo girtiyan gelek baş bibe. Hûn hemû bi xêr hatine û bi ser çav û seran re hatine.”    Piştî pêşwaziyê Aslan û şandeya pê re bi karwanê wesayîtan berê xwe dan Nisêbînê.