Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê 2023-07-04 18:24:55 ENQERE- Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di danişîna Doza Kobanê de mîkrofona wê hat girtin got, "hûn encama dozê diyar dikin" û endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Nazmî Gur jî bang kir ku biryarên DMME'yê esas bên girtin.    Rûniştina 2'yem a danişîan 26'an a Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 tê de tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes wekî temaşevan tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de tevlî dnaişînê bûn û yên di girtîgehên din de jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, ewraqên daxilî nava dosyeyê hatine kirin hatin xwendin. Di danişînê de parêzerên dozê ji bo parastina li dijî mutalaayê doza wext kirin.    'BIRYARÊN DMME'YÊ ESAS BIGIRIN'   Siyasetmedar endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Nazmî Gur ku di danişînê de axivî, bal kişand ser tevlîheviya di mutalaayê de û got: "Ji xeynî şaşiyên zimên, ger hûn rabin di warê hiqûqî de şaşiyên dozgerekî ku nû dest bi kar kiriye bikin û kar hewaleyî Îstinafê yan jî Dadgeha Bilind bikin, dê ev îş çawa biçe serî? Ka di ku dera vê darizandinê de hiqûq heye?"   Gur îşaret bi biryarên DMME'yê kirin û got: "We bi vê dozê re kir ku welêt ji ber deriyê Konseya Ewropayê bê qewirandin. Belkî jî ev welat dixwaze bê qewirandin. Dibe ku stratejiyên bi vî rengî yên vê desthilatê hebin. Ev welat, ji ber dosyeyên Kavala û Demîrtaş hatiye asta qewirandinê. Hûn di warê esasnegirtina hiqûqa navneteweyî de pir wêrek in. Em doza edaletê dikin. Qet nebe hiqûqa xwe pêk bînin. Ez yeqîn dikim ku ez û hemû hevalên xwe em ê beraet bikin. Ez dixwazim dadgeh biryarên DMME'yê yên der barê Demîrtaş û Yuksekdagê de esas bigire û hemû hevalên me berde."    MÎKROFONA TÛNCELÊ HAT GIRTIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel jî ev tişt gotin: "Tu kes nikare li vir gefê li me bixwe. Huda-Par bû şirîkê desthilatê, lê nikare bi ser me de biqîre. Kesek radibe tiştên ku me negotine ji me re dibêje. Hûn jî bûn şirîkê vî sûcî."    Di dema axaftinê de serokê dadgehê mîkrofona Tûncelê girt. Tûncel ku mîkrofona wê hat girtin, wiha bertek nîşan da: "Hûn encama vê dozê diyar dikin."    Piştî axaftina parêzeran, heyeta dadgehê ji bo amadekirina biryara navberê, navber da danişînê.