Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir 2023-07-04 18:32:11   ŞIRNEX- Cerdevanekî ku ji bo operasyonê çûbû Herêma Kurdistana Federe, mir.    Cerdevan Kaya Temel ku ji bo operasyona "Pençe Kaplanê" çûbû Herêma Kurdistana Federre, mir. Hat îdiakirin ku krîzê li dilê Temel xistiye û miriye. Temel bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin, lê tevî hemû mudaxileyan jî nehat xelaskirin.   Cenazeyê Temel li gundê Prînçlî yê navçeya Elkê ya Şirnexê hat veşartin.