Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn 2023-07-05 09:50:52 ENQERE - Ji bo ku siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin bikaribin li dijî mutalaya 5 hezar û 267 rûpel a dozger amade kiriye bikin, tenê 28 roj dema zêde ji bo wan hat veqetandin.    Ji Doza Kobanê 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin. Duh danişîna 26’emîn a dozê di roja 2’yemîn de berdewam kir. Piştre biryara navberê hat eşkerekirin.    QEDEXEYA DERKETINA DERVE YA ONDER NEHAT RAKIRIN    Di biryara dadgehê de ku girtiye; daxwaza sekinandina darzindina derbarê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder de hat redkirin û rakirina kontrola edlî jî ji ser Onder nehat rakirin û qedexeya derketina derveyî welat nehat rakirin.   BIRYARÊN DMME’YÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ    Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) çend caran xwest Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji dozê bê berdan jî lê şandeya dadgehê vê biryarê ji nedîtî ve tê û ragirtina Demîrtaş dispêre wê banga ku ji bo çalakiyên Kobanê hatiye kirin.    HINCETA REWŞA RAGIRTINÊ ÎFADEYÊN ALTAN TAN IN    Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de biryar da ku hemû siyasetmedarên girtî bi girtî bên dairzandin û biryara berdanê neda. Lê balkêşe ku di  nav hincetên berdewamiya girtinê de spartiye îfadeyên lêpirsînê yên Altan Tan.    Di danişîna dawî de ku hat diyarkirin dê parastin bê kirin, ji ber ku îfadeyên devkî û nivîskî yên gilîkeran ne di cih de hatin girtin, daxwazên hin parêzeran ên ji bo ji nû ve guhdarîkirina gilîkaran hatin redkirin.   Biryar hat girtin ku periyodên danişînê jî bênavber berdewam bikin.    DAXWAZA GUHDARIYA LI ALA Û DAVUTOGLÛ HAT REDKIRIN    Parêzeran xwest ku li Efkan Ala û Ahmet Davutoglû bê guhdarîkirin, li aqûbeta hin dadger û dozgeran bê pirsîn, lê ev daxwaz jî hat redkirin. Hat xwestin ku li hin qeydên deng bê guhdarîkirin, lê ev jî hat redkirin.    LI DIJÎ 5 HEZAR Û 267 RÛPEL MUTALA DEMA PARASTINÊ TUNE YE!   Demên maqûl ên ji aliyê siyasetmedar û parêzeran ve hatin xwestin ku parastina xwe ya li ser esasê amade bikin ji aliyê dadgehê ve nehat qebûlkirin. Nirxandinên siyasetmedaran ên li ser mutalayê bi hinceta "Mutala ji aliyê bersûc û parêzerên wan ve bi giştî hatiye lêkolînkirin" hatin redkirin. Li gorî vê yekê şandeya dadgehê heta danişîna pêş me mafê parastinê da.   Li gorî biryarên ku hatine girtin; rewşa nirxandina girtina siyasetmedarên girtî di 28’ê tîrmehê de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê bê kirin û dê danişîn jî di 1’ê tebaxê de serê sibehê saet di 09.30'an de bê lidarxistin.    MA / Firat Can Arslan