Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş 2023-07-05 09:52:07 SÊRT - Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û bi hinceta qerta Newrozê ku jê re hatibû şandin û piştî rêveberiya girtîgehê xwendî radestî wî kiribû, 10 meh ceza hate birîn.    Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Ji bo berdana Esmer 13 meh mabûn ku bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza lê hate birîn. Esmer, 29 sal in girtî ye û bi hinceta ku li ser qerta Newrozê ya jê re hatiye şandin nivîsa “Newroz pîroz be!” heye, Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê 3 rojan cezayê hucreyê lê birî û lêpirsîna edlî da destpêkirin.    Esmer, li dijî cezayê hucreyê îtîraz kir û ev îtîraz ji hêla Dadgeriya Girtîgeha Afyonkarahîsarê ve hate redkirin. Piştî ku îtîraz ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê ve hate qebûlkirin, cezayê hucreyê hate betalkirin.    TEQÎBATA EDLÎ HATE DESTPÊKIRIN    Bi boneya Newrozê ji Esmer re qerta Newrozê ya bi nivîsa “Newroz pîroz be!” hatibû şandin. Qert, ji ewil ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatibû xwendin û piştre jî radestî Esmer hatibû kirin. Piştre jî di lêgerîna qawîşê de ev qert hatibû desteserkirin û di îdianameyê de jî cih girt. Bi qebûlkirina îdianameyê re derheqê Esmer de bi îdiaya “Amûrên weke resm, pankart, sembol û hwd. ên rêxistinên sûc temsîl dike li cem xwe girtiye”, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Afyonkarahîsarê doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 2’yê hezîrana 2022’yan de hate lidarxistin û 10 meh cezayê hefsê li Esmer hate birîn.    RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ RADEST KIRIBÛ   Esmer, di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Kartpostala bûye mijara îdianameyê, bi rêya nameyê ji min re hate şandin. Ev kartpostal bîranîna Newrozê ye û piştî ku rêveberiya girtîgehê kontrol kirî radestî min hate kirin. Min jî xistibû nav albûma xwe. Piştre li qawîşê lêgerîn hate kirin û dest danîn ser. Derheqê min de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin û cezayê hucreyê hate dayîn. Min li dadgeriya înfazê îtîraz kir lê hate redkirin. Lê dadgeha cezayên giran ez mafdar dîtim. Li gorî min ev rewş, nîşaneya zexta rêveberiya girtîgehê ye. Di sicîla min a girtîgehê de xisûsên weke halnexweş hatine nivîsandin û dixwazin tişta dixwazin pêk bînin. Ew kartpostal ji hêla rêveberiyê ve hate dayîn.”    BIRYARÊN DARAZÊ JINEDETÎ VE HAT   Şandeya dadgehê jî di hinceta biryara xwe de biryara dadgehê ya têkildarî cezayê disiplînê ku Esmer mafdar dîtibû jinedîtî ve hat û lêkolîn nekir. Gotinên Esmer ên têkildarî biryara darazê jî weke “gotinên ji bo xwe ji sûc rizgar bike” hate nirxandin.    7’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Konyayê jî cezayê hefsê yê 10 mehan ku di 9’ê îlona 2022’yan de hatibû dayîn erê kir û îtîraza Esmer red kir. Bi vê yekê re cezayê li Esmer hatiye birîn teqez bû.    TEDAWIYÊN WÎ TÊN ASTENGKIRIN   Her wiha hat diyarkirin ku tedawiyên girtiyê nexweş Esmer jî tên astengkirin. Birayê Esmer, Davut Esmer di 1’ê tîrmehê de ji bo hevdîtina cejnê çû girtîgehê. Esmer, got ku tedawiya kekê wê nayê kirin û ji bo neyê tehliyekirin jî hincetên cur bi cur tên afirandin.    Esmer, da zanîn ku cezayê ji ber qerta Newrozê hatiye dayîn bi mebesta astengkirina mafê “tehliyeya bi şert” e û wiha domand: “Kekê min ev 29 sal in di girtîgehê de ye. Tenê 13 mehên wî mabûn. Lê 10 mehên din jî lê zêde kirin. Ji bilî kekê min, her wiha mafê tehliyeya bişert a Şevket Bîlîcî ku 31 sal in girtî ye û Dijwar Ebdo Îsmaîl ku 32 sal in girtî ye jî hene.”   NEHAT EMELIYATKIRIN   Bi domdarî Esmer anî ziman ku tedawiyên girtiyan dereng tên kirin û tiştên kekê wî jiyayîn wiha vegot: “Di 7’ê îlona 2022’yan de rewşa kekê min giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê. Di tetkîkan de hat tespîtkirin ku prostata wî pir mezin bûye û di dawiyê de aliqî ye. 10 roj piştre jî girtîgehê biriye beşa Urolojiyê. Li vir jî tetkîk hatin kirin û hate gotin ku divê were emeliyatkirin. Lê belê di encama biyopsiya hatiye kirin de wiha hat gotin; ‘Nîşaneyên penceşêrê nînin, prostata cirxweş e û ji ber vê sedemê jî piştî tedawiya bi dermanan a mehekê dê rewşa wî dîsa were nirxandin.’ Wî jî mehekî ev derman bi kar anîn. Di 31’ê çileyê de çû nexweşxaneyê, sondaya wî hate derxistin û saetekê di bin çavdêriyê de ma. Di nava vê pêvajoyê de kariya destava xwe bike lê dema vegeriyayî nexweşxaneyê rewşa wî giran bûye. Dîsa birine nexweşxaneyê û jê re hat gotin ku bi enfeksiyonê ketiye. Lê dîsa jî nehate emeliyatkirin.”    JI SEDÎ 60 EMELIYAT KIRINE!    Di berdewamê de Esmer bi lêv kir ku kekê wî ji bo di 6’ê adarê de emeliyeta prostatê bibe birine nexweşxaneyê lê tenê rojekê di bin muşahedeyê de hatiye girtin û dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin. Esmer, axaftina xwe wiha qedand: “Roja ku sonda hatiye derxistin, di nava êş û azaran de ma ye. Nekariya destên xwe bişo û wisa hîs kiriye ku gurçikên wî werimî ne. Wê şevê neçar ma ku biçe beşa lezgîn. Piştre dîsa sonda pêve kirin. Dema sewqa wî hate kirin û birin nexweşxaneyê, bijîşkê emeliyata wî kirî jê re got; ‘me nekarî emeliyatê tam bikin. Me tenê karî ji sedî 60’î emeliyatê bikin. Ji ber ku makîne xerab bû, me nekarî hedefa xwe ya ji sedî 75’ê pêk bînin.’ Hefteyek piştî emeliyatê haya wî ji vê rewşê çêbû. Diviya careke din emeliyat bûbûya û di 13’ê nîsanê de dîsa emeliyat bû. Piştî emeliyatê sonda hate derxistin. Ev nêzî du hefte ne rewşa wî nediyar e û di bin çavdêriyê de ye. Ji ber sondayê di laşê kekê min de birîn çêbûne. Divê tedawiyên kekê min tam û bêkêmanî min. Ji ber ku nexweşiyên wî yên giran, dê li cem malbata xwe baştir were tedawîkirin. Lewma divê were berdan.”    MA / Fethî Balaman