Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 2023-07-05 10:58:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya mirinên di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li girtîgehan çêbûn parve kir. Li gorî raporê, di 6 mehan de herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de agahiyên derheqê mirina girtiyan de jî hatin parvekirin. Hat gotin ku herî kêm 4 girtiyan ji ber îşkenceyê, 7 girtî ji ber ku neşandin nexweşxaneyê, 3 girtî ji ber jehrîbûnê û 4 girtiyan jî dema bi gardiyanan re şer dikirin jiyana xwe ji dest dan.    GIRTIYÊN SIYASÎ BI ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN    Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehên dawî de li bajarên Bokan, Zahedan û Gachsaranê 3 girtiyên piştî çalakiyên Jîna Emînî hatin girtin, bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dayîn 13 jê kurd, 4 jê belûc in.    BAL KIŞAND SER NAVENDÊN BINÇAVKIRINÊ YÊN VEŞARTΠ   Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê nahêle saziyên mafên mirovan ên navneteweyî biçin serdanên girtîgehan û xwest ku destûra vê were dayîn. Di raporê de ev agahî hate parvekirin: “Fikara herî mezin li ser navendên binçavkirinê yên biewle û veşartî û girtîgehên veşartî û biewle ne ku di lîsteyên fermî yên Teşkîlata Girtîgehan de cih nagirin, tu kontroleke îdarî û edlî nayê kirin û di bin venihêrîna saziyên ewlekarî û leşkerî de ne.”