Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir! 2023-07-05 13:50:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrîna dagirkirî bi nepoxên sor û spî “navenda çandê” vekir.    Efrîn ji adara 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî ve hat dagikirin. Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê sûcek giran nemaye ku li Efrînê nekirine. Tirkiye û grûpên girêdayî wê perwerdehiya bi kurdî qedexe kirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî rakirin û kirin tirkî. Efrîn bi alên tirk û posterên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatiye dorpêçkirin. Demografiya bajarê Efrînê hatiye guhertin. Li Efrînê her roj tacîz, tecawiz, talankirin û revandina mirovan zêde dibe. Polîtîkayên asîmîlasyonê li bajêr hatine kûrkirin. Li aliyê din ev hemû diqewimin lê PDK û ENKS wek ku tiştek neqewîme be û çav li hemû kirinên xerab digire û di navenda van polîtîkayên xerab de cih digire.    BI NEPOXÊN SOR Û SPÎ VEKIRIA NAVENDÊ    Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê di bin navê “navenda çand û hunerê” de navendek vekir. Li gorî dîmenên ku Rûdawê serwîs kirine tê xuyakirin ku; navenda navborî bi nepoxên sor û spî hatiye xemilandin û hin zarokên beşdarî merasîma vekirinê hatine kirin jî ji heman rengî cil li wan hatine kirin. Berpirsê weqfê yê Efrînê Rewac Hacî têkildarî mijarê axivî ye û diyar dike ku wan navendê bi piştevaniya ji Almanya wergirtine navendê vekirine.    ÇI LI EFRÎNÊ QEWIMÎ?   Di dema êrişan de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Beriya êrişan ji sedî 98'ê nifûsa Efrînê kurd bûn, lê piştî êrişan ev rêje daket ji sedî 20'an. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. Li gorî daneyan, di 5 salan de zêdetirî 450 hezar kes li Efrînê û gund û navçeyên wê hatine bicihkirin. Piraniya van kesan jî ji başûrê Îdlîbê, ji Heleb û ji herêma Gûtayê ya Şamê anîne vira.    NAV HATIN GUHERANDIN   Tirkiye li hemû sazî û dezgehan kurdî ji holê rakir. Li her derî alên tirk hatin daliqandin û navên gundan, kuçe û kolanan û saziyên giştî kirin tirkî. Navê Qada Azadiyê ku li navenda Efrînê ye, kirin "Qada Ataturk"; navê Xaçerêya Newrozê kirin "Xaçerêya Selahattîn"; navê Xaçerêya Wetanî kirin Xaçerêya "18'ê Adarê"; navê Xaçerêya Kawayê Hesinkar kirin "Zeytîn Dali."    Her wiha navê gundê Qestela Miqdad jî kirin "Selçûk Obasî"; navê gundê Kotana jî kirin "Zafer Obas",; navê gundê Kurzêlê jî kirin "Cafer Obasî."    POSTERÊN ERDOGAN Û ALÊN TIRK   Tirkiye û hêzên girêdayî wê ku navê osmaniyan li herêmên kurdan ên stratejîk dikin, ji xeynî alên tirk, wêneyên Serokkomarê AKP'î jî li van deran daliqandine. Li dikan û kuçeyan afîşên tirkî tên daliqandin û deverên prîoz ên êzidiyan jî hatin talankirin. Her wiha ji bo her kesî jî nasnameyên tirkî tên çêkirin.    8 HEZAR Û 595 KES HATIN REVANDIN   Li gel polîtîkayên tirkîkirinê, di 5 salên borî de gelek pêkanînên derî mirovahiyê rû dane. Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, hema bibêje her roj mirovan direvînin û wan an dikujin an jî îşkenceyeke giran li wan dikin. Her wiha bi sedan jin jî rastî destdirêjî û destavêtinê hatine.    Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, daxuyandibû ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 8 hezar û 595 sivîl revandine û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Li gorî heman daneyan, di 5 salan de herî kêm 96 jin hatine qetilkirin û 72 jin jî hatine tecawizkirin.    368 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN   Tenê ne li hemberî mirovan, li hemberî xwezayê jî talaneke mezin hatin kirin. Di 5 salên dawî de herî kêm 368 hezar darên zeytûnan û darên din hatin birîn. Darên hatin birîn wekî êzing li bazaran hatin firotin. Zêdetirî 17 hezar darên zeytûnan jî hatin şewitandin. Bi vê re 12 hezar hektar qada daristanî hat şewitandin.    Zeytûnên ku Tirkiyeyê dest danîne ser wan, li qada navneteweyî hatin firotin. Li gor belgeyên ku di mijdara 2018'an de hatin belavkirin, di navbera Tirkiye û komên çekdar de protokolek hat îmzekirin ji bo talankirinê. Li gorî protokolê, zeytûnên li herêmê pêşkêşî sermayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin û ji vir jî ber bi welatên din ve hatine şandin û firotin.    TALAN   Xaniyên bi deh hezaran sivîlên hatin koçberkirin hatin desteserkirin. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek xanî veguherandin girtîgehan an jî qereqolan.    Cihên dîrokî jî nesîbê xwe ji talanê girtin. Li gorî daneyên Midûriyeta Berhemên Dîrokî ya Efrînê, li bajêr 96 girên dîrokî hebûne. Piraniya van giran hatine kolandin û talankirin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî hatin xerakirin. Zêdetirî 15 goristan hatin talankirin. Her wiha goristanekê jî veguherandin bazara heywanan. Rêhesina ku ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Racoyê ber bi gundê Kefer Cenê yê Şêrawayê û ji vir jî ber bi gundê Qitmê ve diçû hat rakirin û firotin bazirganên li Ezazê.    ÊRIŞ   Cenazeyên YPG'iyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avestayê hatibûn veşartin, ji goristanê hatin derxistin. Ajansa Anadolûyê (AA), îdia kiribû ku cenazeyên ji vir hatine derxistin ên kesên ku YPG'ê ew înfaz kirine û wekî "gorên komî" serwîs kiribû.    BINKEYÊN LEŞKERÎ Û GIRTÎGEH   Cihên hatin xerakirin, şewitandin û desteserkirin jî an kirin girtîgehan an jî qereqol. Qereqol û girtîgehên hatin çêkirin jî di nava komên paramîlîter de hatin payêkirin. Hin girtîgehên hatine çêkirin ev in:    * Girtîgeha Nakîlê: Avahiya Gihaniyê û Rêveberiyê ya Berê. Ji aliyê hêzên paramîlîter Cebhet El-Şamiye ku ji hikûmeta Şamê veqetiyane tê kontrolkirin. Sivîlên ji Efrînê hatine revandin li vir tên girtin.    * Girtîgeha li gundê Tirindê: Di bin kontrola MÎT'ê de ye. Wekî girtîgeha herî talûke tê binavkirin. Kesên hatine revandin li vir rastî her cure îşkenceya giran tên.    * Girtîgeha Eşrefiyeyê: Di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye.    * Girtîgeha Kuçeya Vêlatê: Xaniyekî kevn e. Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiyeyê de ye.    * Girtîgeha Mehmûdiyeyê: Di bin kontrola hêzên Firqet El-Hemzatê de ye. Bi dehan kes li vir girtî ne. Li 2 odeyên wê jin hene.    * Girtîgeha Edliyeyê: Di bin kontrola Cenhet El-Şamiyeyê de ye. Zarok û jinên hatine revandin li vir tên girtin.    DIBISTANÊN KU VEGUHERANDIN GIRTÎGEHAN   * Zindana Dibistana Ezharê ya Efrînê: Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiye û MÎT'ê de ye.    * Zindana Dibistana Îtihad El-Erebiyê: Di bin kontrola Cebhet El_Şamiyeyê de ye. Gelek jin li vir girtî ne. Her wiha binkeyeke leşkerî jî li vir heye.    * Zindana Dibistana El-Kerameyê: Di bin kontrola Feyleq El-Şamê de ye. Di hundirê wê de binkeyeke leşkerî jî hatiye çêkirin.   * Zindana Dibistana Emîr Xubariyê: Li hemberî Qada Azadiyê ye.    ÎŞKENCE   Dibistanên gundên Efrînê jî an wekî binkeyên leşkerî an jî girtîgehê tên bikaranîn. Li navçeya Bilbilê ji 39 dibistanan 27 jê bi temamî hatin xerakirin. Ên mayî jî wekî binkeyên leşkerî tên bikaranîn. Li navçeya Cindirêsê jî hema bibêje 50 dibistan bi temamî hatin xerakirin. Dibistana li navendê jî wekî cebilxaneya hêzên paramîlîter tê bikaranîn. Li van cihên ku veguherandina girtîgehan, kesên girtî bi îşkenceyên giran re rûbirû dimînin.    ROJA NEWROZÊ HATIN KUŞTIN   Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve, Ferehedîn Osman (43), Îsamîl Osman (38), Mihemed Îsamîl Osman (18) û Mihemed Osman (42) ku dixwestin Newrozê pîroz bikin roja 20’ê adarê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatin qetilkirin.