‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’ 2023-07-05 16:08:12 AMED - Parêzeran piştî danişîna doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Parêzeran diyar kirin ku ji bo rastiya madî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Piştî danişînê, parêzeran li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan.    Baroya Amedê, baroyên herêmê, endamên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Partiya Çepên Kesk, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî, Parlamentera CHP’ê Turkan Elçî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû tev li daxuyaniyê bûn.   HÊVIYA KEŞFÊ    Di daxuyaniyê de ji ewil ji parêzerên dozê Tugçe Duygu Koksal axivî. Koksal, got ku di danişînê de hêviya wan a keşfê heye lê hatiye redkirin û ev hêviya wan ji bo danişîneke din ma.    ‘DOZGERIYA AMEDÊ BERPIRSYARTIYA XWE PÊK NAYÎNE’    Ji parêzerên Weqfa Tahir Elçî Mûrat Tîmûr jî wiha got: “Bi sala ye em dibêjin ku ev danişîn bi 3 bersûcan nadome. Beriya niha me li gel hempîşeyên xwe yên din ên dosya dişopandin, têkildarî Îstîxbarata Amedê û TEM’a Amedê çendek serlêdanên sûc kirin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tu tiştekî nake û daxwaza me dide sekinandin. Ji bo di vê dosyayê de heqîqet derkeve holê dê têkoşîna me bidome. Di dosyaya Tahîr Elçî de jî polîtîkaya necezakirinê heye. Di rapora Lijneya Teftîşê ya Wezareta Karên Hundir de me diyar kiribû ku gelek girîng e li şahidan, polîs û sermifetîşên milkiyeyê were guhdarîkirin. Ev daxwaz îro jî hatin redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo heqîqet derkeve holê berpirsyartiya xwe pêk nayîne.”    ‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku rêxistinên hiqûqê û hinek partiyên siyasî şahidiya danişînan dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku li Tirkiyeyê baweriya bi darazê kêm bûye. Heke danişîn li eywanên mezin û bi tevlibûna bi sedan bi hezaran parêzeran were şopandin, ev tê wê wateyê ku baweriya bi darazê kêm e. Daxwaza anîna delîlên dê heqîqetê derxîne holê tê kirin lê ev daxwaz tê redkirin. Di biryarên navberê de em vala hatin derxistin ku weke em ji bo eywaneke vala axivîbin. Ji bo rastiya madî derkeve holê, hewcehî bi îradeyeke siyasî ya xurt heye. Heta ku ev doz ji her alî ve ronî dibe, dê têkoşîna me bidome.”   ‘EM Ê DOSYAYÊ BIŞOPÎNIN’    Li ser navê TBB’ê jî Nîzam Dîlek axivî û got ku ji bo dosyaya Elçî bi necezakirinê bi dawî nebe dê heta dawiyê dosyayê bişopînin.    Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen jî destnîşan kir ku xwestin beşdarî dosyayê bibin lê ev daxwaz hatiye redkirin. Bi domdarî Kalsen, got ku ev doz ne 8 sal lê 80’ê salan jî bidome, heta rastiya madî derdixînin holê dê têkoşîna xwe bidomînin.    BANGA DARIZANDINEKE BIBANDOR    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî diyar kir ku heta niha şahidiya darizandineke adilane nekirine û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê daxwazên beşdaran ên ji bo derxistina rastiya madî red dike. Biryarên navberê jî di nav de, me nedîtiye ku dadgehê darizandineke adilane kiribe Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin.”    Serokê Baroya Tekîrdagê Egemen Gurcun jî daxuyand ku di dozê de hêj tu pêşketin nînin û dê heta dawiyê dozê bişopînin.