Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye 2023-07-05 17:14:28       RIHA - Malbata Şenyaşarê ku nobeda xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal got: "Têkoşîna Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 835 roj in didome. Ên dilbirehm dê vê dayikê bibînin."    Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê ku xizm û parêzvanên parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûs a Rihayê 3 ferdên wê qetil kiribûn, 835 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Dayik Emîne Şenyaşar ku ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê, li cihê ku wekî "Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşarê" tê binavkirin, dest bi nobedê kir. Şenyaşar pankarta "Edalet ji bo malbata Şenyaşarê" li bariyerên beton ên li ber edliyeyê daliqandin û ji welatiyên serdana wê kirin re behsa komkujiya hatiye serê wan û tiştên piştî komkujiyê qewimîne gotin.   Her wiha li ser hesabê medyaya sanal ê malbatê jî ev daxuyanî hat belavkirin: "Têkoşîna Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 835 roj in didome. Ên dilbirehm dê vê dayikê bibînin."