Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn 2023-07-05 17:23:06 AMED - Parêzer Resûl Temûr ji bo muwekîla xwe Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglûyê, serî li AYM'ê da.  Parêzer Resûl Temûr, ji bo muwekîla xwe Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû ku di Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û di 3'yê Gulanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Di serlêdana ji bo Muftuoglûyê de ku bi rêya parêzerê Resûl Temûr hat kirin, îşaret bi zextên li ser rojnamevanên kurd hat kirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku xebatên rojnamevaniyê yên Muftuoglûyê wekî sûc hatine hesibandin, lê ya tê kirin li dijî xalên 26 û 28'an ên Destûra Bingehîn ên di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne.    Her wiha di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê mafê îtirazkirinê jî hatiye astengkirin.