Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn 2023-07-05 17:30:44       MÛŞ - Li Necat Sevînçê ku hevjîna xwe Makbûle Sevînçê kuşt, cezayê muebedê hat birîn.   Necat Sevînç, di sala 2021'ê de, li ser rêya Erziromê hevjîna xwe Makbûle Sevînçê kuştibû. Danişîna biryardayînê ya dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê hat lidarxistin. Kujer Necat Sevînç ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Ji xeynî parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Mûşê, dayik Adîle Guler û ferdên malbatê jî tevlî danişînê bûn.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Piştî parastina kujer, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi sûcê "kuştina bi qesdî" cezayê muebedê li Necat Sevînç birî.