ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-06 09:00:01         * Li Silopiyayê "Projeya Tekstîlkentê" ku 2 sal berê dest bi çêkirina wê hat kirin û nêzî 10 milyon TL lê hat xerckirin, girtî ye.    * Ozan Alpkaya ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de ye, ragihand ku 17 pirtûkên kurdî nedane wî û piştî biryara redkirinê ya AYM'ê serî li DMME'yê daye.    * Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, ji bo danişîna doza rojnamevanan ku dê di 11'ê tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin bang kir.    * Parêzer Şehrîban Demîrel ku li Navenda Paşvegerandinê çû serdana 3 penaberên ku bi hinceta tev li meşê bûne ew anîne navendê kir. Demîrel, got: "Bêyî ku bê tespîtkirina ka tev li meşê bûne yan na, bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê ber bi xetereyê ve dibin' der barê wan de biryar hatiye dayîn. Ev biryareke li dijî hiqûqê ye."    * DEPŞAŞ'ê bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin”, beriya cejnê li 3 bajaran 14 karker ji kar derxistin. Parêzer Hanim Karhan diyar kir ku piştî meaşê kêm hatiye bihakirin gelek karker ji kar tên derxistin û got ku rêya dozvekirinê ya li ber karkeran jî tê girtin.    * Danişîna 15 rojnamevanên girtî, piştî 13 mehan dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin. DFG û MKGP'ê gotin "divê em rojnamevaniyê biparêzin" û ji bo beşdariya li danişînê bang kirin.   * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku AKP bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re pirsgirêkên heyî girantir dike û wiha got: “Dema wê hatiye ku em li dijî tecrîdê bi dilwêrekî dengê xwe bilind bikin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 836’an de bidome.    * Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan dê têkildarî rojevên heyî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi boneya 1’emîn salvegera qetilkirina Dr. Ekrem Karakaya û kesên di qada tenduristiyê ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dayîn, li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî bîranînê li dar bixe. (12.30)