‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin' 2023-07-06 09:05:44 AMED - DEPŞAŞ'ê bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin", beriya cejnê li 3 bajaran 14 karker ji kar derxistin. Parêzer Hanim Karhanê diyar kir ku piştî zêdekirina meaşê kêm gelek karker ji kar hatine derxistin û got ku rêya dozvekirinê ya li ber karkeran jî tê girtin.  Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEPŞAŞ), bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin", piştî 23'yê hezîranê li Amedê 8, li Cizîrê 4 û li Sêrtê 2 kes ji kar derxistin.    Li Amedê ji karkerên ji kar hatin derxistin Mehmet Çalişkan, anî ziman ku gava destûra xwe ya salane bi akr aniye pê hesiyaye ku ji kar hatiye derxistin. Çalişkan bilêv kir ku şîrketê jê re gotiye "dê şîrket bê biçûkkirin" û ji ber vê ji kar hatiye derxistin. Çalişkan diyar kir ku ji hevdîtinên wan ên di vî warî de jî tiştek derneketiye û wiha got: "Nehiştin ez biçim avahiya jor a DEPŞAŞ'ê jî. Nehiştin ez hevdîtinê bikim. Jixwe em mexdûrên erdhejê ne. Em niha 9 hezar lîre heqê kirê didin. Ez mexdûr im. Xaniyê min xesareke mezin dîtiye. Eşya nemane. Bi vî awayî em mexdûrtir kirin. Deynê me yê krediyê heye. Em nizanin em ê çi bikin. Ez 5 sal û nîvan li vir xebitîm. Lê rabûn gotin em ê 100 hezar lîre tazmînatê bidin. Me qebûl nekir. Me xwest em bixebitin. Lê şîrket qebûl nake. Lewma em ji kar derxistin."    BERIYA CEJNÊ JI KAR HATIN DERXISTIN   Ayhan Tekîn jî diyar kir ku şîrketê bi rêya telefonê jê re gotiye ku ji kar hatiye derxistin û got ku ew li herêma erdhejê dimînin û ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye. Tekîn da zanîn ku bi hinceta ku beşa ew lê dixebitî hatiye girtin 8 kes ji kar hatine derxistin û got: "Xaniyê ez lê dimînim xesar dîtiye. Belasebeb em ji kar derxistin. Beşa em lê bûn hat girtin, lê karibûn me li beşeke din bi cih bikirana. Em esas nagirtin. Ji ber ku meaşê kêm hat zêdekirin, beriya cejnê em ji kar derxistin."    RÊYA QANÛNÎ TÊ GIRTIN   Parêzera karkeran Hanim Karhan jî bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û got ku gelek sazî karkeran ji kar derdixin. Karhanê diyar kir ku di demên dawî de gelek kes ji ber vê serî li wan didin û wiha domand: "Bi taybetî jî piştî zêdekirina meaşê kêm, gelek sazî û fabrîke karkeran ji kar derdixin. Ji bo pêşî li serlêdanên hiqûqî yên karkeran bigirin jî serî li gelek tiştên neqanûnî tê dayîn. Yek ji van saziyan jî DEPŞAŞ e. Gava karker tên derxistin, hin peymanan bi wan didin îmzekirin û bi vî awayî rêya dozvekirinê li ber karkeran digirin û peymana wan betal dikin."   Karhanê destnîşan kir ku ew ê di warê hiqûqî de vê dozê bişopînin.    DEPSAŞ: JI BER KU BEŞ HATE GIRTIN...   Têkildarî îdiayan em li rayedarên DEPŞAŞ'ê geriyan. Rayedarekî derpêş kir ku ji ber beşeke saziya wan hatiye girtin karker ji kar hatine derxistin û wiha got: "Gava ew beş hate girtin, me nikaribû wan bibin beşekî din. Ji lew re dîplomeya ceryanê ya wan tune bû. Li cem me mecbûriyeta dîplomayê heye. Ji ber ku nikaribûn li beşên din bixebitin ji kar hatin derxistin."